Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo parastina berhema kargehên navxweyî û kêmkirina hawirde, Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê 100 hezar dînar (83 dolar) gumrig xiste ser hawirdekirina tonek rûnê gulberoj.
Rêveberê Parastina Berhemên Xwemalî yê li Wezareta Bazirganî û Pîşesazî Cengî Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ku kargeha Bonsfod a berhemanîna rûnê gulberoj li Hewlêrê daxwaza parastina berhema xwe kir, em li ser vê mijarê xebitîn, derket holê ku li xalên gumrigê baceke gelek kêm werdigrin, kompaniyên Tirkiyê bazara Herêma Kurdistanê qorix kirine, ji ber vê sedemê jî 4 kargehên butlkirina rûnê xwarinê hatibûn girtin û kargeha Bonsfod jî gefa girtinê li ser bû, lewma me pêşniyar kir ku gumriga ser rûnê xwarinê were zêdekirin.”
Li gor nivîsa Wezareta Bazirganî û Pîşesazî, ji bo parastina berhemên kargeha Bonsfod û kargehên din ên rûnê gulberoj, ji Wezareta Darayî hatiye xwestin ku gumriga li ser hawirdekirina rûnê xwarinê %10 were zêdekirin.
Cengî Qadir eşkere kir: “Em nahêlin zêdekirina vê gumrigê bibe sedema zêdebûna buhayê rûn li bazarên Herêma Kurdistanê, çimku me ji kargehan sozname wergirtiye ku buhayê rûn zêde nekin.”
Li gor lêkolîneke saziya MRRSE ya Amerîkî, kompaniyên biyanî bi giştî û kompaniyên Tirkiyê bi taybetî, bazara rûnê xwarinê li Iraqê qorix kirine.
Li Herêma Kurdistanê jî herî zêde kompaniyên Tirkiyê yên rûnê gulberoj heye, ji 35 markayên rûn ên li bazarên Başûrê Kurdistanê, 27 kompanî yên ji Tirkiyê ne.
Kargeha Bonsfod, kargeheke ji Tirkiyê ye, di sala 2014an de ji Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê destûr wergirtiye, jêrxana kargehê bi 25 milyon dolaran hatiye avakirin. Şiyana kargehê rojane parzûnkirina 200 ton û butlkirina 500 ton rûn heye, madeya xav ji Ukrayna, Amerîka û Arjantînê hawirde dike û rûnê xwarinê bi du markayên cuda dixe bazarê.
Rêveberê Giştî yê Kargeha Bonsfod Mihemed Ebdurehman diyar kir: “Hikûmeta Tirkiyê %20ê lêçûnên kargehên xwe digre stûyê xwe, kargehên wan jî li bajarê Dîlokê nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê hatine avakirin û lêçûnên wan ên veguhestinê jî kêm in. Baceke gelek kêm jî li ser hawirdeya rûn heye, ew tonek rûn bi 950 - 980 dolaran didin bazirganan, lê belê lêçûnên tonekê nêzîkî 1200 dolar e. Ev jî wisa kiriye ku em nikarin di buhayê rûnê xwarinê de rikeberiyê bikin, lewma niha em bi nîvê şiyana xwe kar dikin.”
Mihemed Ebdurehman dibêje: “Li hemû welatan yasaya parastina berhemên xwemalî heye, lewma me ji Wezareta Bazirganî û Pîşesazî daxwaz kir ku ji bo parastina berhemên kargeha me, baca gumrigê zêde bikin. Wan jî lêkolîn kir, ku ew herdu kargehên li Herêma Kurdistanê dikarin pêwîstiya navxweyî ya Herêma Kurdistanê dabîn bikin, lewma biryara zêdekirina baca gumrigê dan.”
Beşek ji kompaniyên Tirkiyê hewl didin ku li nav Herêma Kurdistanê kargehên xwe av bikin. Niha li Zaxoyê kargeheke Tirkî hatiye avakirin û berhemên xwe xistine bazar, kargeheke din jî li Hewlêrê di qonaxa damezrandinê de ye.
Rêveberê Giştî yê Kompaniya Mumtaz a Bazirganiya Kelûpelên Xwarinê Fatîh Yasîn dibêje: “Kargeha me li Zaxoyê rojane 395 ton rûnê gulberoj dixe bazar, ev jî ji pêwîstiya rojane ya Herêma Kurdistanê zêdetir e, lewma em beşeke wê, hawirdeyî bajarên Iraqê dikin.”
Fatîh Yasîn diyar dike ku zêdekirina gumrigê li ser rûnê xwarinê, dê ji bo pêşveçûna pîşesaziya rûn a Herêma Kurdistanê bandoreke erênî bike û beşek ji wan pereyên ku ji bo hawirdekirina rûn diçe derve, dê vegere Kurdistanê, herwiha ji bo welatiyên Kurdistanê jî derfetên kar dabîn dike. Fatîh Yasîn dibêje: “Kargeha li Zaxoyê 350 derfetên kar ji bo xelkê wê deverê dabîn kiriye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse