Balafirên şer kampên PKK û PJAKê bombebaran kirin

12-11-2017
RÛDAW
Nîşan PKK PJAK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê careke din Çiyayê Asosê ya bajarokê Mawetê ya navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kirin.


Qaymiqamê bajarokê Mawetê Kameran Hesen ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 9:30ê îro danê sibê 12-11-2017, balafirên şer ên Tirkiyê, Çiyayê Asosê bombebaran kirin. Bombebaran nêzîkî gundê Gelale ya ser bi bajarokê Mewatê bûye û ti ziyaneke canî nebûye.”

 

Kameran Hesen balkişande ser wê yekê, ku di nava vê mehê de ev duyemîn car e firoke vî çiyayî bombebaran dikin û got: “Bombebaran vê carê girantir û tundtir bû. Nêzîkî nîv demjimêran ajot.”

 

Balafirên şer roja 05-11-2017ê jî 3 caran Çiyayê Asosê bombebaran kiribûn, ku gerîlayên PKK û PJAKê li wê çiyayê ne.

 

Çiyayê Asosê dikeve ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Herwiha şarbajêr jî 55 kîlometre ji navenda Silêmaniyê dûr e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst