Parêzgarê Kerkûkê: Hewldan min bikujin

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, ku dema çekdarên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê êrîşê Kerkûkê kirine ji wî xwestine vegere male û diyar kir: “Dixwestin yan min teslîm bigrin an jî bikujin.”

 

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji radyoya NPR (National Public Radio) ya Amerîkî re axivî û diyar kir, ku 16ê Cotmehê dema mîlîsên şîe yên Iraqê bi piştgiriya Îranê û bi tankên amerîkî êrîşê Kerkûkê kirine, gelek caran peywendî bi wî re danîne da ku vegera mala xwe.  

 

Kerîm da xuyakirin, ku armanca wan an teslîm girtin an jî kuştina wî bûye.

 

Necmedîn Kerîm bûyera Kerkûkê weke “îxanet” bi nav kir û diyar kir, ku hinek aliyên nav partiya wî jî piştgirî dane hêzên iraqî û Kerkûk firotine, gef li wî xwarine.

 

Parêzgarê Kerkûkê tekez dike, wan beriya referandûmê jî çend caran eşkere kiriye, ku nayê wê wateyê piştî referandûmê demildest dê serxwebûn were ragihandin.

 

Derbarê nasnameya Kekrûkê de jî Kerîm diyar kir: “Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye ti kes jî nikare nasnameya wî ya kurdistanîbûnê jê bibe, ev yek jî nabe mijara bazarê.”

 

Necmedîn Kerîm, ku 6 salan parêzgariya Kerkûkê kir, helwesta Amerîka û welatên rojava jî rexne kir û got: “Hevpeymanên kurdan ên rojavayî durûtî kirin.”