Hikûmeta Kurdistanê bo nirxnadina bûdceya Iraqê cardin dicive

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina projeyasaya bûdceya Iraqê bo sala 2018 û pişka Herêma Kurdistanê cardin dicive.

 

Berpirsê Fermangeha Hemahengî û Lidûçûnê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nûrî Osman di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, sibe Duşemî 13ê Mijdara 2017ê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina zêdetir li ser projeyasaya bûdceya Iraqê bo sala 2018ê dicive.

 

Nûrî Osman got, di civîna Duşemiyê de, Encumena Wezîran dê gotêbêjeke zêdetir li ser pişka Herêma Kurdistanê di reşnivîsa bûdceya sala 2018 a Iraqê de û herwiha çend mijarên din ên têkildar bi Herêma Kurdistanê ku di reşnivîsa bûdceyê de hatine, bike.

 

Di reşnivîsa bûdceya sala bihê ya Iraqê de pişka Herêma Kurdistanê ji %17 bo %12.6 hatiye kêmkirin.

 

Herwiha navê Herêma Kurdistanê jî di projeyasayê de weke parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye bikaranîn.

 

Ev duyemîn civîna Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê reşnivîsa bûdceya sala bihê ya Iraqê de ye.

 

Roja 06-11-2017ê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serpireştiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ji bo nirxandina projeyasaya bûdceya Iraqê bo sala 2018ê civiyabû û rexne li naveroka wê projeyasayê û bendên taybet bi Herêma Kurdistanê girtibû.

 

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihandibû: Reşnivîsa projeyasayê çend made û bendên nedestûrî li xwe digire û bi zelalî ew yek jê diyar dibe, ku armanca wê piştguhxistina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye ku di Destûra Iraqê de weke herêmeke federal îtiraf pê hatiye kirin, ne parêzgehên bakurê Iraqê, weke ku di reşnivîsê de hatiye.