Mîrê kurdên êzidî bi rêya Rûdawê derbarê OPERASYONA ŞINGALÊ de daxuyanî da

12-11-2015
RÛDAW
Mîrê êzidiyan
Mîrê êzidiyan
Nîşan Mîrê kurdên êzidî Mîr Tehsîn Beg Operasyona Şingalê Pêşmerge
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Mîrê kurdên êzidî yên li Kurdistanê û seranserê cîhanê Mîr Tehsîn Beg derbarê operasyona hêzên pêşmerge bo rizgarkirina Şingalê de daxuyaniyek da.

 

Mîrê kurdên êzidî Mîr Tehîsn Beg bi rêya tora medyayî ya Rûdawê derbarê operasyona îro ya hêzên pêşmerge bo rizgarkirina Şinghalê de daxuyaniyek da

 

Mîr Tehsîn Beg di peyama xwe de bi helkevta destpêkirina operasyona rizgarkirina Şingalê pîrozbayî li kurdên êzidî kir.


Herwiha Mîr Tehsîn Beg daxwaz lêborînê kir, ku wî nekariye di dema destpêbûna operasyona hêzên pêşmerge bo rizgarkirina Şingalê de li Kurdistanê be.


Mîrê kurdên êzidî herwiha daxwaz kir, ku piştî rizgarkirina Şingalê û bidawîhatina operasyonê, Şingal vegere ser Herêma Kurdistanê û xelkê wê biçin ser mal û cihên xwe.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst