FARQÎN - 10 hezar kes koçber bûn

12-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber şer û pevçûnên li navçeyê diqewimin heta niha zêdetirî 10 hezar kesan koçber bûne.

Serokê Kooperatîfa Kefîlî û Krediya Pîşekar û Esnafam Muhittin Kan ji ajansa DHAyê ya Tirkiyeye re ragihand, li navçeya Farqînê zêdetirî 10 hezar kesan tiştek bi xwe re nebirin û navçe terk kirine.

Muhettin Kan diyar kir ji ber şer û pevçûnan nêzîkî 10 kargehan rastî zerare hatine û got, heta 20 salên din jî esnafê Farqînê ser xwe nayên.

Ji aliyê din ve Qeymeqamê Farqînê Murat Kutuk jî da zanîn, gelek kes ji neçarî koçber bûne û got, ji bo alîkariya ew hewl didin.

Hat zanîn, rêyên taxa Tekel, Konak û Mescîtê ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatine girtin û polîsan ji bo operasyonê ew tax bi tankan dorpêçkirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst