Peyama Viyan Dexîl li ser operasyona Şingalê

12-11-2015
RÛDAW
Viyan Dexîl
Viyan Dexîl
Nîşan Şingal Şerê Şingalê
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl, kêfxweşiya xwe ji bo operasyona rizgarkirina Şingalê nîşan da û got, xwezî niha ez li Şingalê bûma.

Operasyona rizgarkirina Şingalê îro danê sibê û di bin fermandehiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de dest pê kir.

Nûnera kurd a êzîdî di Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl, li ser operasyona Şingalê ji Rûdawê re got, ez pir kêfxweş im bi vê yekê û ez pîrobahiyê li hemû êzîdiyan dikim. Me gellek êş dît me şehîd û birîndar da. Berhema vê yekê jî dê di nav çend rojan de derkeve.

Dexîl, ku niha li Bexdayê got, xwezî ez niha li Şingalê û li kêleka xûşk û birayên xwe yên Pêşmerge bûma.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst