Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Polat Can ragihand ku, Kaşê Miştenûrê ji aliyê şervanê YPGê ve hatiye kontrol kiririn. Lê du berpirsên Kantona Kobanî vê yekê red dikin.
Berdevkê YPGê Polat Can di daxuyaniyekê de ragihand: "Kaşê Miştenûrê li başûrê rojhilatê Kobanî ketiye bin kontrola YPGê de, lê du berpirsên rêveberiya Kantona Kobanî vê yekê red dikin."
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel YPGê, Polat Can îro sibehê li ser Twittera xwe nivîsandiye ku “Miştenûr hat rizgarkirin û niha di bin kontrola YPGê de ye.”
Polat Can balê dikişîne ser girîngiya Kaşê Miştenûrê û dibêje, “Miştenûr cihekî pir girîng û setratîjîk e û wê hevdengiyan biguherîne.”
Lê belê, Berpirsê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Kobanê, Îbrahîm Kurdo ji nav bajarê Kobanî ji Rûdawê re ragihand: “Kaşê Miştenûrê hîn di destê çekdarên DAIŞê de ye.”
Îbrahîm Kurdo diyar kir ku, “Şervanên YPGê û hêzên kurdî li nav Kobanî pêşve diçin û çekdarên DAIŞê malên derdora Miştenûr dişewitînin.”
Bi heman awayî, endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurd a Sûriyê, Gêlo Îsa ku ew jî li nav bajarê Kobanî ye, ji Rûdawê wiha got: “Kaşê Miştenûrê hîn di destê DAIŞê de ye û ji serê sibehê ve şer li Kobanî sivik bûye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse