Dema çinîna birincê Qerejdaxê ye: 'Hindik maye em dev ji vî karî berdin'

Amed (Rûdaw) - Cotkarên birincê Qerejdaxê keda xwe ya 6 mehan diçinin.

Îsal li Amedê li ser 10 hezar 700 donim erd birincê taybet ê Qerejdaxê hatiye çandin.

Ew birincê ku bi herêma çiyayê volkanîk Qerejdaxê navdar e xwediyê nîşaneya erdnîgariyê jî standiye.

Ev cureyê birincê bi gelek taybetmendiyên xwe ji birincên din cudatir e.

Lewma di nav keviran de tê çandin û tehm û aromayeke wî ya taybet heye.

Cotkar ji bera îsal razî ne lê mesrefên çandiniyê nahêle ku cotkar pereyan qezenc bikin.

Di navbera Amed, Mêrdîn û Rihayê de li devera çîyayê volkanîk Qerejdaxê demsala dirûna birinc dest pê kiriye.

Awazên xwezayî jî li gundê Sûbatan ji nav zeviyeke kevirî ya birincê olan dide.

Paleyên mêr bi şêwaza sedan sal berê bi dasokên xwe û bi stranan bejna birinc li ber xwe xwar dikin û dadixin erdê.

Bi vî awayî xişexişa qewdên birincê hişk û stranên Kurdî hev hembêz dikin û li asmanê sayî yê payîzê belav dibin.

"Em bi vî karî debara xwe dikin."

Paleyê birincê Felemez Kutlar got:

"Heqdestê me hezar û 100 lîre ye, 6zarokên min hene.

Du ji wan li çolê, li dereke din dixebitin. Yên din jî li malê ne. Em bi vî karî debara xwe dikin."

"Biharê tê çandin û payîzê jî tê çinîn"

Paleyê birincê Cengîz Erol jî wiha anî ziman:

"Birincê Qerejdaxê dema ku meha biharê ya duduyan diqede tê çandin.

Sere payîzê tê çinîn. Ji ber wê nêzîkî 6 mehan berdewam dike.”

Li hêleke din a zeviyê jî bi dehan karkerên keç û jin wekî di şahiyekê de bin bi mêzer û çarşefan birinc lod dikin.

Lê dema rewşa wan tê pirsin ken li rûyê wan ziha dibe û meydan ji gilî gazincên wan re dimîne.

"Heqdestê jinan 600 lîre û yê mêran jî 1000 lîre ye"

Karker Hemdiye Işikê cudahiya di navbera heqdestê jin û mêrên de wiha anî ziman:

"Van jinan hemûyan zarokên xwe hîştine hatine dişixulin.

Heqdestê pîrekan 600 lîre ye, yê zilaman 1000 lîre ye. Hindik e helbet."

"Birincê Qerejdaxê nebe em li malê birincê çênakin"

Karkera bi navê Xerîbê jî wiha li ser birinc û karê xwe da zanîn:

"Zarokên min li malê ne, ez hatime vir.

Birincê Qerejdaxê nebe em li malê birincê çênakin.

Ma birincên din tên xwarin? Wekî naylonê ne.

Tiştê xweş xweş e, yê ne xweş ne xweş e. Birincê nav keviran xweştir e."

Îsal li 9 navçeyên Amedê li 10 hezar û 700 donim zevî birincê navdar hatiye çandin û bi giştî dê zêdetirî 6 hezar ton berhem were rakirin.

Her çend li gorî par bera birinc îsal baştir be jî ji ber mesrefan cotkar bi gilî û gazin in.

"Hindik maye em dev ji vî karî berdin"

Cotkarê birinc Hasan Subatan got:

"Em di nav keviran de diçînin.

Gişt bi şixulê destan berhem tê. Zehmeta wê pir e.

Gubre biha ye, derman biha ye, karkerî biha ye. Yanî hindik maye em dev ji vî karî berdin.

Min îsal 600 donim birinc çandiye. Nêzîkî 3 milyon û 500 hezar lîre mesref lê kiriye.

Yanî hema ez dibêjim em zererê nekin baş dibe.

Çimkî 3 sal in kîsê 25 kîloyî yê birincê Qerejdaxê bi 1000 lîreyî ye.

Tu bi 1000 lîreyî herî loqenteyê tu pê têr xwarinê naxwî."

Li herêma Qerejdaxê bi sedan hezar donim zeviyên kevirî yên beyar hene ku ji bo çandina birinc cihên herî guncav in.

Lê belê hem ji ber kêmbûna avê hem jî ji ber lêçûnên giran bi sedan cotkarên şarezayê birinc newêrin xwe bixin bin wî barî.