Dema çinîna birincê Qerejdaxê ye: 'Hindik maye em dev ji vî karî berdin'

1 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Karkerên birinc / Wêne: Rûdaw
Karkerên birinc / Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Birincê Qerejdaxê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Cotkarên birincê Qerejdaxê keda xwe a şeş mehan diçinin.

îsal li Amedê li 10 hezar 700 donîm erd birincê taybet ê Qerejdaxê hatiye çandin.

Ew birincê ku bi herêma çiyayê volkanîk Qerejdaxê navdar e xwediyê nîşaneya erdnîgariyê jî girtiye.

Ev cûre birinc bi gelek cewazîyên xwe ji birince din cûdatir e.

Lewra din av keviran de tê çandin û tehm û aromayeke wî ya taybet heye.

Cotkar ji bera îsal razî ne lê lêçûnên çandiniyê nahêle ku cotkar pere qezenc bikin.

Di navbera Amed, Mêrdîn û Rihayê de li devera çîyayê volkanîk qerejdaxê werza dirûna birince Qerejdaxê ye.

Awazên xwezayî jî li gundê Sûbatan ji nav zeveyeke kevirî ya birinc ji çinîna wî birincê navdar olan dide.

Paleyên mêr bi şêwaza sedan sal berê bi dasokên xwe û bi stranan bejna birinc li ber xwe xwar dikin û dadixin erde zeviyê.

Bi vî awayî xişe xişa qevdên birincê hişk û stranên Kurdî hev hembêz dikin û li esmanên sayî yê payîzê belav dibin.

"Em bi vî karî debara xwe dikin."

Paleyê birinc Felemez Kutlar got, "Heqdestê me hezar û 100 lîre ye. Şeş zarokên min hene.

Du ji wan li çolê li dereke din dixebitin. Yên din jî li malê ne. Em bi vî karî debara xwe dikin."

"Biharê tê çandin û payîzê jî tê çinîn"

Paleyê birinc Cengîz Erol wiha anî ziman,

"Birincê Qerejdaxê dema meha biharê a duduyan diqede tê çandin.

Di sere payîzê de tê çinînê. Ji ber wî nêzîkî şeş mehan dewam dike.”

Li hêleke din a zeviya birinc jî bi dehan karkerên keç û jin wekî di şahiyekê de bin bi mêzer û çarşefan birince çinî lod dikin.

Lê dema ji wan rewşa wan tê pirsin ken li rûyê wan ziwa dibe û meydan dimîne ji gilî gazincên wan re.

"Heqdestê jinan 600 lîre û yê mêran jî 1000 lîre ye"

Karker Hemdiye Işikê cudahiya navbera heqdestê jin û marên wiha anî ziman:

"Van jinan hemûyan zarokên xwe hîştine hatine dişixulin

Heqdestê pîrekan 600 lîre ye, yê zilaman 1000 lîre ye. Hindik e helbet."

"Birincê Qerejdaxê nebe em li malê birinc çênakin"

Karker Xerîbê jî wiha got, "Zarokên min li mal in ez hatime vir.

Birincê Qerejdaxê nebe em li malê birinc çênakin. Ma birincê din tê xwarin? Wekî naylon e.

Tiştê xweş xweş e, yê ne xweş ne xweş e. Birincê nav keviran xweştir e."

Îsal li neh navçeyên Amedê li 10 hezar û 700 donim zevî ev birinca navdar hatiye çandin û bi giştî  çeverêyî zêdetirî 6 hezar ton berhem tê kirin.

Her çendî li gorî par bera birinc îsal baştir be jî ji ber mesrefan cotkarên birinc jî gilîdar in.

"Hindik maye em dev ji vî karî berdin"

Cotkarê birinc Hasan Subatan got, "Birincê Qerejdaxê em di nav keviran de diçinin.

Gişt bi şixulê destan berhem tê. Zehmeta wî pir e.

Gubre biha ye, derman biha ye, karkerî biha ye. Yanî hindik maye em dev ji vî karî berdin.

Min îsal 600 donim birinc çandiye. Nêzîkî 3 milyon û 500 hezar lîre mesref lê kiriye.

Yanî hema ez dibêjim em zirar nekin baş dibe.

Çimkî sê sal in çewalê 25 kîloyî yê birincê Qerejdaxê bi 1000 lîreyî ye.

Tu bi 1000 lîreyî herî loqenteyê tu pê têr xwarin naxwî."

Li herêma Qerejdaxê di sînorê Amed, Mêrdîn û Rihayê de bi sedan hezar donim zeviyên kevirî yên beyar hene ku ji bo çandina birinc cîhên herî guncav in.

Lê belê hem ji ber kêmbûna avê hem jî ji berlêçûnên giran bi sedan cotkarên şarezayê birinc newêrin xwe bixin bin wî barî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst