Nêçîrvan Barzanî: Serkeftina PDKyê serkeftina Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê PDKyê Nêçîrvan Barzanî got, "Armanca PDKyê ew e ku di qonaxa bê de Herêma Kurdistanê bigihîne qonaxeke pêşketîtir û serkeftîtir."

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîna 2024an werin kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Stadyûma Dihokê di çarçoveya kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bi beşdariya alîkarên Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî mîtîngek li dar xist.

Alîkarên Serokê Giştî yê PDKyê Nêçîrvan Barzanî di bangeşeya hilbijartinan de gotarek pêşkêş kir.

"Serkeftina PDKyê serkeftina Kurdistanê ye"

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, PDK partiyeke ku baweriya wê bi avedanî û aramiyê heye û wiha pê de çû:

"Bipêşketina PDKyê, bipêşketin û avedaniya berdewam e. Serkeftina PDKyê, serkeftina Kurdistanê ye.

Li her cihê û ku PDK lê hebe xizmet û avedanî li wê derê heye."

Di beşeke din a gotara xwe de Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku PDK bi ti partiyan re hevrikiyê nake û armanca PDKyê ew e ku Kurdistanê bigihîne qonaxeke geştir û serkeftîtir.

"Ev hilbijartin giring in"

Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya beşdariya hilbijartinan jî kir û wiha anî ziman:

"Ji bo ku rewatiya birêvebirinê nû bikin, ev hilbijartin ji bo Kurdistanê pir girîng in.

Serkeftina PDKyê misogerkirina mafê Kurdistanê û pêkhateyan e, misogerkirina paşerojeke geştir e.

Ya ku mafên Herêma Kurdistanê û pêkhateyan garantî dike û paşerojeke geş dabîn dike PDK ye.

PDK bi piştgiriya gel desthilatdariyê dike."

Nêçîrvan Barzanî her wiha da zanîn:

“Roja 20ê vê mehê peymana me ya ji bo xwîna şehîdan ev e; em dê biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsteya 190 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), lîsteya berxwedan, avedanî, yekîtî û aştiyê."

 "PDK û Behdînan ji hev nayên cudakirin"

Alîkarê Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya hilbijartinan a ji bo herêma Behdînanê jî kir û wiha pê de çû:

"Em dilgermî, dilsozî û kelecana we dibînin, bi hawareke bilind gazî dike, Behdînan navendeke sereke ya hêz, şiyan û baweriya PDKyê ye.

Hinek kes dibêjin bi sîstema nû ya dengdanê rol û bandora Behdînanê kêm dibe ji ber vê yekê divê ti carî nehêlin ku xewna nehezan û neyarên PDKyê bibe rastî.

Vê carê jî dengê we ji PDKyê re ye. PDK û Behdînan, Partî û Rêbaza Kurdayetiyê ya Barzanî xwîn û goştê bedenekê ne.

Partî hîm û stûnê sereke yê Kurdîniyê û welatparêziyê ye.

Pêwendiya PDK û Behdînanê, ne tenê pêwendiyeke siyasî ye.

PDK û dîroka xebata PDKyê beşeke girîng û sereke ya nasnameya civakî û çandî ya herêma Behdînanê ye.

Malbateke Behdînanê nîne ku çîrok û serpêhatiyeke wan a dilzsozî û wefayê, xebat û têkoşînê bi PDK û Rêbaza Barzanî re nebe.

Îro eger li herêma Behdînanê li her deriyekî bidî dê di xebat û berxwedanê yê PDKyê yê ji bo serbilindî û serfiraziya gelê Kurdistanê de ji te re behsa çîrok û serpêhatiya xwe bike."

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya beşdariya dengdêrên Behdînanê û got:

"Bi piştgiriya berdewam a bihêz a Behdînanê ya ji PDKyê re her tim partî di qada siyasî ya Kurdistanê de xwedî hizr û baweriyê bûye, her tim PDK serkeftî bûye, Kurdistan serkeftî bûye.

Dema ku ew li pişta PDKyê bin, Enfal, kîmyabaran, topbaran, DAIŞ û guvaşên neyaran nikarin PDKyê bişikînin.

PDK bi piştgiriya we serbilind e û dê di serkeftinan de berdewam be."

"Me bi Kek Mesrûr re behsa plana çar salên bê kir"

Nêçîrvan Barzanî di berdewaniya axaftina xwe de behsa gotûbêja xwe ya taybet û dirêj a bi Mesrûr Barzanî re jî kir û got:

"Îro ez û birayê xwe Kek Mesrûr bi hev re hatin vê derê û bi hev re ji we bixwazin ku biçin ser sindoqan.

Bê guman çar salên dawî, çar salên hêsan nebûn.

Beriya ku em werin vê derê guftûgoya min û Kek Mesrûr li ser wê yekê bû ku me behsa paşerojê kir ka çawa û çi plan ji bo avedaniya zêdetir, xweşguzariya zêdetir yên ji bo miletê me hene."