Nêçîrvan Barzanî: Serkeftina PDKyê serkeftina Kurdistanê ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî /Wêne: Rûdaw
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mesrûr Barzanî Dihok Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartin Behdînan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarên Serokê Giştî yê PDKyê Nêçîrvan Barzanî got, "Armanca PDKyê ew e ku di qonaxa bê de Herêma Kurdistanê bigihîne qonaxeke pêşketîtir û serkeftîtir."

Her wiha Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku herêm niha di rewşeke aloz re derbas dibe, ji ber wê jî "pêdiviya me bi serkirdayetiyeke bihêz heye ku ew jî PDK ye."

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîna 2024an bên lidarxistin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Stadyûma Dihokê di çarçoveya kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bi beşdarî her du alîkarên serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî mîtîngek li dar xist.

Alîkarên Serokê Giştî yê PDKyê Nêçîrvan Barzanî di bangeşa hilbijartinê de gotarek pêşkêş kir.

"Serkeftina PDKyê serkeftina Kurdistanê ye"

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku PDK partiyeke ku baweriya wê bi avedanî û aramiyê heye û wiha pê de çû:

"Bipêşketina PDKyê wateya bipêşketin û avedaniya berdewam e. Serkeftina PDKyê serkeftina Kurdistanê ye.

Li her cihê û ku PDK lê hebe xizmet û avedanî li wê derê heye."

Di beşeke din a gotara xwe de Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku PDK bi tu partiyan re hevrikiyê nake û armanca PDKyê ew e ku Kurdistanê bigihîne qonaxeke geştir û serkeftîtir.

"Ev hilbijartin giring e"

Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî behsa giringiya beşdarbûna hilbijartinan jî kir û wiha anî ziman:

"Ev hilbijartinê ji bo Kurdistanê pir giring e ji bo ku rewatiya birêvebirinê nû bikin.

Serkeftina PDKyê misogerkirina mafê Kurdistan û pêkhateyan e, misogerkirina paşerojeke geştir e.

Ya ku mafên Herêma Kurdistanê û pêkhateyan garantî dike û pêşerojeke geş dabîn dike PDK ye. PDK bi piştgiriya gel hikimraniyê dike."

Her wiha Nêçîrvan Barzanî got, “Roja 20ê vê mehê de peymana me ya ji xwîna şehîdan ev e;

Em dê biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin Lîsteya 190 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), lîsteya berxwedan, avedanî, yekîtî û aştiyê."

 "PDK û Behdînan ji hev nayên cudakirin"

Alîkarê Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî behsa giringiya hilbijartinan a ji bo herêma Behdînanê jî kir û wiha pê de çû:

"Em dilgermî, dilsozî û kelecana we dibînin, bi hawareke bilind gazî dike, Behdînan navendeke sereke ya hêz, şiyan û baweriya PDKyê ye.

Hinek kes dibêjin bi sîstema nû ya dengdanê rol û bandora Behdînanê kêm dibe ji ber vê yekê divê ti carî nehêlin ku xewna nehezan û neyarên PDKyî bibe rastî.

Vê carê jî dengê we ji PDKyê re ye. PDK û Behdînan, Partî û Rêbaza Kurdayetiyê ya Barzanî xwîn û goştê bedenekê ne.

Partî hîm û stûna sereke ya Kurdîniyê û welatparêziyê ye. PDK û Behdînan bi tenê pêwendiyeke pastiyeke siyasî nîne.

PDK û dîroka xebata PDKyê beşeke giring û sereke ya nasnameya civakî û kulturî herêma Behdînanê ye.

Ti malbateke Behdînanê nîne ku çîrok û serpêhatiyeke wan a dilzsozî û wefayê, xebat û têkoşînê digel PDK û Rêbaza Barzanî nebe.

Îro eger li herêma Behdînanê li her deriyekî bidî dê ji te re behsa çîrok û serhatiya xwe bike di xebat û berxwedanê li gel PDKyê ji bo serbilindî û serfiraziya gelê Kurdistanê."

Nêçîrvan Barzanî balê kişand ser giringiya beşdarbûna dengdêrên Behdînanê û got:

"Bi piştgiriya berdewam a bihêz a Behdînanê ya ji PDKyê re her tim partî di qada siyasî ya Kurdistanê de xwedî hizir û baweriyê bûye, her tim PDK serkeftî bûye, Kurdistan serkeftî bûye.

Dema ku ew li pişta PDKyê bin, Enfal, kîmyabaran, tomparan, DAIŞ û guvaşên neyaran nekarî PDKyê bişkênin.

PDK bi piştgiriya we serbilind e û dê di serkeftina de berdewam be."

"Me bi Kekê Mesrûr re behsa plana çar salên bê kir"

Nêçîrvan Barzanî di berdewaniya axaftina xwe de behsa gotûbêja xwe ya taybet û dirêj a bi Mesrûr Barzanî re jî kir û got:

"Îro ez û birayê xwe Kekê Mesrûr bi hev re hatin vê derê û bi hev re ji xwe bixwazin ku biçin ser sindoqan.

Bêguman çar salên dawî, çar salên asan nebûn. Beriya ku em bên vê derê guftûgoya min û Kekê Mesrûr li ser wê yekê bû ku me behsa paşerojê kir ka çawa û çi plan ji bo avadaniya zêdetir xweşguzariya zêdetir yên ji bo miletê me hene."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst