Li Norşînê bav û kur di germavê de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya parêzgeha Bedlîsa Bakurê Kurdistanê bav û kurê ku ketin gola germavê xeniqîn.

Cuma Bayriyê 42 salî yê xelkê bajarokê Sirongê yê parêzgeha Mûşê tevî kurê xwe yê 14 salî Îsmaîl Bayrî çûn mala xizmê xwe ya li gundê Kilibiyanê yê navçeya Norşînê.

Bav û kur li wir tevî xizmên xwe çûn germava li gund û li wir her du ketin gola germavê.

Lê piştî demekî bav û kur di nav avê de winda dibin.

Xizmên wan tîmên pêwendîdar ji rewşê agahdar kir.ç

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hawarçûnê çûn cihê bûyerê.

Heta tîm gihiştin cihê bûyerê xizmên wan Cuma Bayrî ji avê derxist û tîmên tendirustiyê ew veguhast Nexweşxaneya Dewletê Ya Norşînê.

Lê tevî hewldanên bijîşkan wî li nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Di encama xebata tîmên lêgerînê de piştî 45 deqeyan termî Îsmaîl Bayri jî ji gola germavê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê bav û kur ji bo karê otopsiyê veguhastin morga Nexweşxnaeya Dewletê ya Norşînê.