Li Norşînê bav û kur di germavê de xeniqîn

12-10-2024
RÛDAW
Nîşan Norşîn Bedlîs Germav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya parêzgeha Bedlîsa Bakurê Kurdistanê bav û kurê ku ketin gola germavê xeniqîn.

Cuma Bayriyê 42 salî yê xelkê bajarokê Sirongê yê parêzgeha Mûşê tevî kurê xwe yê 14 salî Îsmaîl Bayrî çû mala xizmê xwe ya li gundê Kilibiyanê yê navçeya Norşînê.

Bav û kur li wir tevî xizmên xwe çûn germava gund û li wir her du ketin gola germavê.

Lê piştî demekê bav û kur di nav avê de winda bûn.

Xizmên wan tîmên pêwendîdar ji rewşê agahdar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hawarçûnê çûn cihê bûyerê.

Heta tîm gihiştin cihê bûyerê xizmên wan Cuma Bayrî ji avê derxist û tîmên tendirustiyê ew veguhast Nexweşxaneya Dewletê Ya Norşînê.

Lê tevî hewldanên bijîşkan ew li nexweşxanê mir.

Di encama xebata tîmên lêgerînê de piştî 45 deqîqeyan termê Îsmaîl Bayri jî ji gola germavê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê bav û kur ji bo karê otopsiyê veguhastin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Norşînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst