DÎLOK - Kesekî 4 zarok û hevjîna xwe kuştin û dawî li jiyana xwe anî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê bavekî 4 zarok û hevjîna xwe kuştin û dawî li jiyana xwe anî.

Li navçeya navendî ya Mezmaxorê ya parêzgeha Dîlokê kesekî bi navê Ahmet Demîr ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn bi çekê 3 keç, kurek û hevjîna xwe kuştin û bi heman çekê gule berda xwe.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Her 6 kesan li cihê bûyerê can daye.

Hat diyarkirin ku pirsgirêkên derûnî yên Ahmet Demîr hebûne.