ÊLIH - Dê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî were lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) -  Şaredariya Êlihê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li dar dixe.

Pêşangeh dê 4 rojan berdewam bike.

Şaredariya Êlihê bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD), Şaxa Êlihê ya Egitim Senê û Komeleya Lêkolînên Ziman Û Çandê Ya Ariyê (ARI-DER) dê di navbera 16 û 20ê Çiriya Pêşînê de Rojên Pirtûkên Kurdî li dar bixe.

YEWKURDê li ser Xê diyar kir ku dê hemû weşanxaneyên Kurdî tevlî pêşangehê bibin.

YEWKURDê bangî xwîneran kir ku weşanxaneyan bi tenê nehêlin.

“Pêşangeha ku berhemên Kurdî û gel digihîne hevdû gelekî hêja ye”

Hevserokên Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik jî li ser pêşangeha pirtûkan daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ev pêşangeh ji bo jiyîn, pênasekirin û bipêşxistina çand û zimanê Kurdî gaveke girîng e ku hatiye avêtin.

Yekîtiya weşanxaneyên Kurdî û hatina wan a cem hevdû, nîşandana berheman ji bo gelê me gelekî hêja ye.

Ziman û çanda me bi bername û çalakiyên bi vî rengî wê xurttir bibin.

Ji ber ku em dê li Êlihê mazûvaniya pêşangeheke wisa hêja bikin em gelekî kêfxweş in. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin pêşangehê.”