Çend koçber li kampên Herêma Kurdistanê mane?

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas Dihok Koçberên Herêma Kurdistanê Koçberî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê diyar kir ku 21 hezar koçber li kampên Herêma Kurdistanê mane.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas li ser rewş û hejmara penaberên li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.

Elî Ebas diyar kir ku pêvajoya vegerandina penaberan a ber bi herêm û malên wan berdewam dike.

Li gorî gotina Elî Ebas heta niha 21 hezar koçberên Îraqî li kampên Herêma Kurdistanê mane.

Elî Ebas eşkere kir ku 18 hezar malbat li kampên Dihokê û 3 hezar malbat jî li kampên  Hewlêrê ne.

Li parêzgeha Silêmaniyê kampên penaberan nemane.

Li Hewlêr û Dihokê 22 kampên penaberan mane.

18 kamp li Dihokê ne û 4 kamp jî li Hewlêrê ne.

Li gorî zanyariyên Wezareta Koç û Koçberan 406 penaber ji Kampa Dîbegeyê derketine û çûne Nînowayê.

Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê tekez kir ku ew koçber bi alîkariya Herêma Kurdistanê vegeriyan ser erd û malên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst