Li Rihayê jî qedexe hat ragihandin

12-10-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 7 parêzgehan li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jî hemû çalakî 3 rojan hatin qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Rihayê civîn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina standan, vedana konan, belavkirina belavokan, daliqandina pankartan û çalakiyên bi vî awayî yên li qadên vekirî ji 12ê mehê heta 14ê mehê hatine qedexekirin.

Parêzgariya Rihayê îdia kir ku di çarçoveya bangên PKKyê de dibe ku bi hinceta 9ê Çiriya Pêşînê, ji vê dîrokê û pê ve çalakiyên neyasayî yên ku werin kirin dê zererê bidin “yekîtiya neteweyî û asayîşa civakê”.

Parêzgariya Amedê jî mîtînga Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) qedexe kir ku dê 13ê mehê were kirin.

DEM Partiyê jî ragihand ku ew dê wê rojê çalakiya xwe saz bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst