Serokê nû yê Baroya Şirnexê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Şirnexê kongreya xwe ya 11an a asayî li dar xist û Abdullah Findik bû serokê nû yê baroyê.

Baroya Şirnexê bi beşdariya gelek parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl îro li hola Zanîngeha Şirnexê ya Konferansa kongreya xwe li dar xist.

Axaftina kongreyê ya despêkê ji aliyê serokê Baroya Şinexê Rojhat Dîlsiz ve hat kirin.

Dîlsiz di axaftina xwe de bal kişand ser hêza dadweriyê û erkê parêzeran ê parastina maf û azadiyan û got:

"Serbixwebûna darazê garantiya bingehîn a maf û azadiyên bingehîn e."

Piştî axaftinê rapora xebatên baroyê hat xwendin.

Piştî raporê, namzedên serokatiya baroyê Abdullah Findik, Kadrî Akgun û Îdrîs Guzel gotar pêşkêş kirin.

Piştre ji bo dengdanê 3 sindoq hatin danîn.

Di hilbijartinên serokatiya Baroya Şirnexê de Abdullah Findik dengên herî zêde bi dest xistin û wekî serokê nû yê Baroya Şirnexê hat hilbijartin.