Serokê nû yê Baroya Şirnexê diyar bû

12-10-2024
RÛDAW
Nîşan Abdullah Findik Baroya Şirnexê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Şirnexê kongreya xwe ya 11an a asayî li dar xist û Abdullah Findik bû serokê nû.

Baroya Şirnexê bi beşdariya gelek parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl îro li hola konferansan a Zanîngeha Şirnexê kongreya xwe li dar xist.

Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê Serokê berê yê Baroya Şinexê Rojhat Dîlsiz ve hat kirin.

Dîlsiz di axaftina xwe de bal kişand ser hêza dadweriyê û erkê parêzeran a parastina maf û azadiyan û got:

"Serbixwebûna darazê garantiya bingehîn a maf û azadiyên bingehîn e."

Piştî axaftinê rapora xebatên baroyê hat xwendin.

Piştî raporê, namzedên serokatiya baroyê Abdullah Findik, Kadrî Akgun û Îdrîs Guzel gotar pêşkêş kirin.

Piştre ji bo dengdanê 3 sindoq hatin danîn.

Di hilbijartinên Serokatiya Baroya Şirnexê de Abdullah Findik dengên herî zêde bi dest xistin û wekî serokê nû yê Baroya Şirnexê hat hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst