Aynur Doganê klîpeke nû belav kir: Çêker Rûdaw e

42 xulek berê
RÛDAW
Aynr Doganê klîpeke nû belav kir / Wêne: Ji dîmenan
Aynr Doganê klîpeke nû belav kir / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Aynur Dogan Bibîranîn Klîp
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar a ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan klîpa xwe ya bi navê “Bîranîn” belav kir.

Hunermenda navdar Aynur Dogan ku bi deng û şêwaya xwe ya taybet, ne tenê di nav Kurdan de herwiha li cîhanê jî deng vedaye, klîpa xwe ya nû li ser hesabê xwe yê Youtubeyê belav kir.

Aynur Doganê belavkirina klîpa xwe ya bi navê “Bîranîn” bi nivîsê ragihand:

“Were deste min bigire, min rake le we xewê.

Di jiyana me ya rojane de, her çend zehmet e ku meriv gelek kêliyan bi bîr bîne lê hin şopên ku nayên rakirin di bîranînên me de dihêlin.”

Klîpa Bîranîn cara ewil li ser ekranên Rûdawê hat weşandin.

Tîmeke mezin a Rûdawê bi Aynur Doganê re berê xwe da çiyayên Kurdistanê û wan wekî ku fîlmeke sînemayê amade bikin xwest klîpekê çêkin.

Derhênerê Rûdawê Ednan Saman, montêrê xwedan ezmûneke dûr û dirêj, Şikar Kemal, endezyarê ronahiyê Ebdilqadir Nacî, Birwa Omer, wênegir Bilind Tahir, berpirsê productionê Rêbaz Elî û bi dehan kesên din bi hev re ev klîba “Bîranîn” amade kir.

Aynur Dogan kî ye?

Hunermenda Kurd, Aynur Dogan sala 1975ê li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Sala 1992yan diçe Stenbolê û li wê derê muzîkê bi awayekî akademîk dixwîne, herwiha sala 2002yan yekemîn albuma xwe ya bi navê “Seyir” belav dike.

Aynur herî zêde bi strana Keça Kurdan tê naskirin.

Aynur albuma Keça Kurdan sala 2004an belav dike û pişte jî albumên Bahar, Miraz û Nûpel belav dike.

Hunermend Aynur, sala 2010an jî albuma Rewend û sala 2013an jî albuma Hevra ku ji aliyê dezgeha Sony Music ve hatin berhemanîn, belav kirin.

Sala 2016an Hawniyaz, sala 2020î Hedûr û herî dawî jî albuma Rabe belav kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst