Li Amedê qezaya trafîkê: 3 mirî, 3 birîndar

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hênê Amed Qezaya Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hênêya Amedê 3 wesayît li hevdû qelibîn, 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser Cadeya Dîcleyê ya Hênêyê otomobîla bi plakaya 21 ACU 934 û barhilgira bi plakaya 47 KG 343 li hev qelibîn.

Kontrola otomobîlê ji destê şofêr derket û piştre li barhilgir û traktorekê jî qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Tîman birîndar bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Hênê.

Her wiha cenazeyên 3 kesan jî birin morga nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst