MÊRDÎN - Mamosteyê dersa olî bi tohmeta 'destdirêjiyê' hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê mamosteyekî dersa olî bi tohmeta destdirêjiya li ser 3 zarokên keç hat desteserkirin.

Bûyer li taxa Nurê ya navçeya Artukluyê ya Mêrdînê li Dibistana Navendî ya Vedat Kayayê çêbû.

Li gorî zanyariyan xwendekareke keç a pola 7an ji mamosteyê xwe yê polê re gotiye ku mamosteyê wê yê dersa olî destdirêjî lê kiriye.

Mamosteyê polê piştî gotinên xwendekara xwe tîmên cendermeyan agahdar kiriye.

Piştî ku bûyer eşkere bû, 2 xwendekarên din ên li polê jî gilî li ser heman mamosteyî tomar kir ku destdirêjî li wan jî kiriye.

Tîmên cendermeyan piştî giliyên her du xwendekaran çûn dibistanê û mamosteyê dersa olî desteser kir û ew bir Birêvebiriya Ewlehiyê ya Mêrdînê.

Mamosteyê dersa olî ku bi tohmeta “destdirêjiyê” li Birêvebiriya Ewlehiyê ya Mêrdînê îfade da, piştî karûbarên îfadeyê ji bo dadgehê hat sewqkirin.

Dadgehê biryar da ku tohmetbar bi mercê kontrola dadî were berdan.

Li aliyê din, Birêvebiriya Perwerdeyê ya navçeya Artukluyê jî ji ber lêkolînê biryar da ku mamosteyê dersa olî ji kar were dûrxistin.

Li gorî zanyariyan ew mamoste di navbera salên 2015-2017an de Serokê Şaxa Mêrdînê ya Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TÛGVA) bûye ku nêzîkî AK Partiyê ye û Bîlal Erdoganê kurê Serokkomarê Tirkiyeyê jî di nav Desteya Şêwra Bilind a weqfê de ye.