Li Wanê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li Gola Wanê ya navçeya Tûşbayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4,7 pileyan erd hejiya.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê erdhejên paşekî berdewam in.

Rêveberiya Rewşên Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyeyê ragihand ku demjimêr 14:04an li sînorê Tuşbayê li nav Gola Wanê bi hêza 4,7 pileyan erdhejek çêbû.

Li gorî zanyariyên ku AFADê belav kirine, erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.