Peyamên girîng ên Foruma MERIyê çi bûn?

Hewlêr (Rûdaw) – Di Froma Foruma MERIyê de li ser gelek mijarên cuda yên di rojevê de peyamên girîng hatin dayîn.

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI), 10-11ê Çiriya Pêşînê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê bi rê ve çû.

Gelek nivîskar, lêkolîner, siyasetmedar, çalakvan û rojnamegerên ji Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî MERIyê bûn.

Forumê 2 rojan ajot û 14 panel hatin lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed, Wezîrê Veguhastin û Ragihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ji Herêma Kurdistanê başdarî forumê bûn û gelek mijar nirxandin.

Serokê Tevgera Hikmetê ya Îraq Emar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer, Şewirmandên Serokwezîrê Îraqê Zeydan Xelef û Felah Amirî, Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Qasim Eracî û Parêzgarê Nînowayê Necim Cibûrî jî ji Îraqê beşdarî MERIyê bûn.

Balyoza Almanyayê ya Îraqê Christiana Homann, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen, Balyozê Holendayê yê Îraqê Hans Sandee, Alîkarê Serokê UNAMIyê Claudio Cordone hinek ji beşdarên forumê bûn.

Xeyn ji van kesan ji Îraq û Herêma Kurdistanê gelek kesayetên din ên girîng û herwiha ji qada navdewletî jî nêzîkî 60 kesî beşdarî forumê (korbend) bûn.

“Li Şingalê nakokiyên navdewletî hene”

Parêzgarê Nînowayê Necim Cibûrî di panela ewil de axivî û got, “Rewşa Şingalê taybet e, li Şingalê nakokiyên navdewletî hene. Şingal ji ber van nakokiyên navdewletî dibe armanca êrişan.”

Cibûrî herwiha bal kişand ser pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê û got, “Ku pêwendiyên me û Herêma Kurdistanê ne baş bin, rewşa me ya ewlehiyê baş nabe.”

“Civaka me hîn jî dixwaze kurên wan çêbibin, ne keç”

Seroka Komîsyona Mafên Mirovan a Kurdistanê Muna Yaqoyê amaje bi rewşa jinan a li Îraq û Herêma Kurdistanê kir û ragihand:

“Ji ber ku di destûrê de kota heye min wekî jinekê mafên xwe bi dest nexistine, kota xeletiyeke mezin e.”

Muna Yaqoyê behsa pederşahiya civakê jî kir û got, “Civaka me hîn jî dixwaze kurên wan çêbibin, ne keç.”

“Nabe ku kes ji Herêma Kurdistanê êrişî cîranên me bike”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Tirkiye û Îran cîranên Herêma Kurdistanê ne û got: “Nabe ku kes ji Herêma Kurdistanê êrişî cîranên me bike.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku pêwendiyên Partiya Demorata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gelekî girîng in û got:

“Divê em hemû bixebitin ku ev pêwendî baş bibin. Pêwîst e YNK û PDK rêkeftineke nû îmze bikin. Em di vê baweriyê de ne ku piştî vê kongreyê, rewşa YNKyê baştir e,  her du alî dizanin ku pêwîst e bi hev re kar bikin.”

“Li Îraqê heta îro federalîzm nehatiye avakirin û bicihanîn”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di navbera Bexda û Hewlêrê de pirsgirêkeke bingehîn heye ku berî her tiştî divê bê ew çareserkirin û got:

“Li gorî Destûra Îraqê sîstema me ya federal heye. Îraq sîstemeke federal e lê di bingehê wê de navendîparêzîyeke pir xurt heye. Li Îraqê heta îro federalîzm nehatiye avakirin û bicihanîn.

Dibe ku hinek karên ku em li Herêma Kurdistanê dikin ne li gorî sîstema federalî be lê nêzîkbûna Bexdayê li hemberî Herêma Kurdistanê li derveyî sîstema federalîzmê ye.”

Tirkiye û PKK

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê pirsgirêka PKK û Tirkiyeyê bi rêya diyalogê çareser bibe, ev pirsgirêk bi çekan çareser nabe.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Tirkiye û Îran cîranên Herêma Kurdistanê ne û wiha pê de çû:

“Nabe ku kes ji Herêma Kurdistanê êrişî cîranên me bike. Ev prensîb ji bo cîrana me ya girîng Tirkiye jî heye. PKK jî ji bo Herêma Kurdistanê pirsgirêkeke mezin e.

PKK ti rêz û hurmetê ji statu û sazûmana Herêma Kurdistanê re nagire. Heta ku helwesta PKKyê ev be, em nikarin garantiyê bidin ku Tirkiye tiştekî neke.

Serok Barzanî û Mam Celal berê ji bo çareserkirina pirsgirekê rola xwe lîstin. Di vî warî de hin gav hatin avêtin.

Lê eger hûn bipirsin ka gelo di vê demê de derfetek weha peyda dibe, em dixwazin PKK û Tirkiye dîsa diyalogê bikin lê di rewşa heyî de zehmet e.”

Petrola Kurdistanê

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Felah Amirî ragihand ku ew dixwazin bi Herêma Kurdistanê re asta berhemanîna petrolê bigihînin 7 milyon bermîlan.

Amîrî li ser petrola Kurdistanê got:

“Me bi Herêma Kurdistanê re nêzîkî 5 milyon bermîl petrol berhem dianî. Herêma Kurdistanê niha petrolê hildiberîne lê hinarde nake. Înşalah dê ev pirsgirêk di demeke nêzîk de were çareserkirin.

Ji 25ê Adara 2023yan ve veguhestina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Ceyhanê hatibû rawestandin.

Îraq endamê OPECê ye û pişka berhemaînê diyar dike. Sala 2016an me 4,7 milyon bermîlên petrolê hinardeyî OPECê kiribûn û Herêma Kurdistanê di nav de, niha em ji potansiyela xwe kêmtir petrolê hildiberînin.”

Gaza xwezayî ya li Herêma Kurdistanê

Yek ji mijarên din ên forumê, gaza xwezayî ya ku li Herêma Kurdistanê tê hilberîn bû.

Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Ahmed Muftî got:

“Herêma Kurdistanê ji sedî 2yê elektirîkê ji avê û ji sedî 85 heta 90ê elektrîkê jî ji gaza xwezayî hildiberîne.

Herêma Kurdistanê di warê hilberandina gaza xwezayî de xwedî potansiyeleke mezin e.”

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî beşdarî MERIyê bû û bal kişand ser mijarên di rojevê de.

YNK û PKK

Bafil Talebanî got, “Em di bin zext, dron û êrişên Tirkiyeyê de bi wan re diyalogê nakin.”

Serokê YNKyê Bafil Talebanî li ser pêwendiyên partiya xwe û Tirkiyeyê jî wiha axivî:

“Zehmet e ku pirsgirêka me û Tirkiyeyê were çareserkirin, ez bi rastî naçim Tirkiyeyê. Ez nikarim herim Tirkiyeyê çimkî wan li Erbetê 3 hevalên min, 3 qehremanên şerê DAIŞê şehîd kirin. Beyî ku ti sebebek an jî hincetek hebe ew şêhîd kirin.

Divê pêwendiyên me û Tirkiyeyê baş bin û em vê dixwazin. Pirsgirêka Tirkiyeyê ev e: Nêrînên me cuda ne. Em rewşa li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî cuda dibînin, ew bi awayekî cuda.

“Pêwendiyên me bi PKKyê re nînin”

Wekî ku ew angaşt dikin pêwendiyên me bi PKKyê re nînin. Hinek partî hene li Silêmaniyê, dibêjin wan partiyan bigirin. Ez çûm li Bexdayê bi Fayeq Zeydan re axivîm. Destûra wan pariyan heye. Min pirsî, ‘Gelo partiyek dikare partiyeke din a xwedanîcaze bigire?’ Got, ‘Na’.

Heke ku rast be bila wan partiyan eşkere bikin û hikûmet were wan bigire, ez çima bigirim?

Li Silêmaniyê sazî hene, dibêjin ‘Ev PKK ne’. Ez nizanim PKK ne yan na lê hemû fermî ne û destûra tevan heye, destûra hinekan ji wan li Hewlêrê jî heye. Ez dê bi kîjan heqî wan bigirim?

“Kurd tiştekî bi zorê qebûl nakin”

Li gorî min jî pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re bi rêya diyalogê çareser dibin. Kurd biînad in ha! Tiştekî bi zorê qebûl nakin.

Ez sibehan radibim dronek li jor difire, ez destên xwe jê re dihejînim. Em dixwazin meseleyan bi diyalogê çareser bikin.

Cihek heye ku em dikarin li wê derê bigihin hev lê ku Tirkiye ne hazir be qise bike, ne hazir be rûne em çi bikin?

Em ji bo diyalogê amade ne. Em dikarin di mijara PKKyê de jî hevkariya wan bikin, hemû alî dikarin. PDK jî dikare.

“Em dikarin dîsa avekê li vî agirî bikin”

YNK pêwendiyên PDK û Tirkiyeyê baş kirin, Mam Celal ev kir. Em dikarin dîsa avekê li vî agirî bikin. Em ji bo alîkariyê amade ne lê bi awayekî meqûl.

“Em di bin zextan de diyalogê nakin”

Em dixwazin diyaloga me bi her kesî re hebe lê bi Xwedê em di bin zext, tehdîd, dron û êrişên wan de bi kesî re diyalogê nakin. Ev ne diyalog e, ev pêjavo xelet e.

Ev mekîneya şer e. Tu çawa dikarî li hemberî welatekî mekîneya şer bi kar bînî ku tu pê re ne di şer de yî?”

 Destûra Îraqê

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî beşdarî MERIyê bû û di foruma “Merkeziyet an jî merkeziteya ademî? Hemû mesele ev e” de axivî.

Qûbad Talebanî diyar kir ku parêzgehên Besra û Enbarê yên Îraqê jî parastin û daxwaza sîstema federal dikin û got:

“Li Herêma Kurdistanê nifûsa me derdora 6 milyonan e lê sîstemeke me ya rêveberiyê ya aloz heye.

Ne diyar e ku kî biryar dide desthilata parêzgaran li ku dest pê dike û bi dawî dibe.”

"Destûr wek xwe nehatiye bicihkirin"

Cîgirê Serokwezîr Talebanî di dewama axaftina xwe de got:

“Li gorî destûrê Îraq federal e lê tiştên ku em dibihîsin wekî ku Serokê Herêma Kurdistanê jî got, wekî xwe nehatiye bicihkirin.”

Qûbad Talebanî herwiha diyar kir ku her kes dizane federalîzm çi ye lê zanîna wê nayê wê wateyê ku dixwazin wê pêk bînin.

Talebanî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de anî ziman, “Divê destûreke me ya zelal hebe.”

Siyaseta Amerîkayê ya Îraq û herêmê

Cîgira Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Karûbarên Îraq û Îranê Victoria Tayler jî yek ji beşdarên forumê bû.

Victoria Taylerê diyar kir ku Amerîkayê pişta xwe nedaye Herêma Kurdistanê û pê de çû:

“Piştgireke Kurdistana Îraqê ya ji Amerîkayê bihêztir nîne. Em dê berdewam bin ku piştgiriyeke bihêz bidin Herêma Kurdistanê ya bihêz û berxwedêr a di çarçoveya Îraqeke federal de.”

PKK û Şingal

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed got, “PKK li ber Rêkeftina Şingalê dibe asteng.”

Rêber Ehmed, di roja duyem a forumê de beşdarî panela bi navê “Rêkeftina Şingalê: Pêşveçûn û Asteng” bû.

Ehmed destnîşan kir ku Rêkeftina Şinaglê her ku diçe tevlîhev dibe û da zanîn:

“PKK li ber Rêkeftina Şingalê dibe asteng. Heke PKK û grûpên din ên çekdar ji Şingalê neyên derxistin dê Hikûmeta Îraqê, Êzidî, xelkê sivîl û hejar berdêla nearamî û nûjennekirina Şingalê bidin.”

Rewşa Kurdên Êzidî û Xiristiyanan

Wezîrê Karên Navxwe diyar kir ku “Şopên komkujiya DAIŞê hîn jî diyar in û gelek mirov heta niha jî winda ne.”

“Metirsiyeke mezin heye”

Rêber Ehmed, li ser rewşa Êzidî û Xiristiyanên li Nînowayê jî wiha axivî:

“Li ser hebûna Êzidî û Xiristiyanan a li Îraqê metirsiyeke mezin heye. Gelek Xiristiyanan ji Deşta Nînowayê bar kiriye û niha li Herêma Kurdistanê dijîn.

Mijarên wekî bûyera Hemdaniyeyê ji bo ku Xiristiyan ji Îraqê herin dibin rêxweşker. Birayên me yên Êzidî jî rûbirûyî heman pirsgirêkê ne.”

Ehmed li ser rewşa Kurdên Êzidî jî got, “150 hezar Kurdên Êzidî ji Îraqê koç kir. Pirrengiya Îraqê di bin metirsiyê de ye.

Li Herêma Kurdistanê zêdeyî 300 hezarî, li Şingalê jî 30-40 hezar Kurdên Êzidî dijîn. Tevê civaka Êzidiyan rûbirûyî metirsiyê ye.”