'Mihemedê Serê Kaniyê di bombebarana Tirkiyeyê de birîndar bûye, ne li Xezeyê'

12-10-2023
RÛDAW
Nîşan Mihemed Hemîd Serê Kaniyê Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mihemed Hemîdê 13 salî ku sala 2019an li Serê Kaniyê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû û laşê wî şewitibû, li Tirkiyeyê çend roj in bûye rojev.

Mihemed Hemîd ku wekî "Mihemedê Serê Kaniyê" tê naskirin, ew zarokê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ye ku Çiriya Pêşîn a 2019an di bombebarana artêşa Tirkiyeyê de li Serê Kaniyê birîndar bû û laşê wî şewitî.

Ew niha çend roj in li Tirkiyeyê bûye rojev.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Faruk Hulaku, duh li Parlamentoya Tirkiyeyê behsa Mihemedê Serê Kaniyê kir û got:

“Mihemed Kurd e û li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de birîndar bûye ne ku li Xezeyê.”

Omer Faruk Hulaku got, ew wî tawanê dijî mirovatiyê şermezar dikin ku li Xezeyê hatiye kirin û tekez kir ku ew li gel gelê Filistînê ne.

Parlamenterê YSPê rexne li wan kes û aliyan girt ku li beramberî tawan û komkujiyên himberî gelê Kurd tên kirin bê deng in û ew wek dirû binav kirin.

“Dema Kurd be guh nabihîsin û çav nabînin”

Parlamenterê YSPyê Omer Faruk Hulaku wiha axivî:

“Ev wêne ku kirine mezeyê sosyal medyayê, qaşo zarokekî Filistînî ye û wekî belgeyeke armanckirina xelkê sivîl ji aliyê Îsraîlê ve li Xezeyê tê pêşandan.

Belê em wan kesan şermezar dikin ku li Xezeyê tawanê dijî mirovatiyê dikin û dixwazim tekez bikim ku em ligel gelê Filistînê rawestiyane lê ev wêne li Rojava hatiye girtin, ev zarok Kurd e, dema Kurd be, guh nabihîsin û çav nabînin.

Yên li beramber wan komkujiyên ku gelê Kurd rûbirûyê wan bûne sonda bêdengiyê xwarinê, bila xweşik temaşeyî vî wêneyî bikin. Ew xala Tirkiye gehiştiyê, di Îslamiyetê de durûtî, di aştiyê de durûtî û di mirovayetiyê de durûtî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst