Ji bo Wan û Bedlîsê hişyariya baranê

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo parêzgehên Wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyeyê hişyariya baranê da.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro demjimêrên nîvro li Wan û Bedlîsê barana gur dest pê dike.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, li parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî hewa ewravî ye.

Pileya germê îro li Bedlîsê 19, li Wanê 18, li Qersê 16, li Erziromê 17, li Amedê 29 û li Rihayê jî 28 e.

Ji aliyê din ve, doh li Çiyayê Agiriyê û herêmên bilind ên navçeya Geverê ya Colemêrgê berf bariya.