Êrişên Tirkiyeyê bandoreke xirab li koçberan jî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyeyê demek e bajarên Rojavayê Kurdistanê bi fron û balafiran bombebaran dike.

Koçberên ji Serê Kaniyê di bin konên peritî de, bêhtirî 75 kîlometreyan ji sînorê Bakurê Kurdistanê dûr di Kampa Waşokaniyê de dijîn.

Ew ji encamên êrişên Tirkiyeyê yên li ser binesazî û jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê bê ziyan nemane.

Koçberên ku berî êrişên Tirkiyeyê çend demjimêran sûd ji elektrîkê werdigirtin, niha bi roj û şev bê elektrîk dimînin.

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê yên Kampa Waşokaniyê Mihemed Haco, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku bandora êrişan di gelek waran de li koçberan bûye.

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê yên Kampa Waşokaniyê Mihemed Haco anî ziman:

“Êrişên dewleta Tirkiyeyê ya li tevahiya binesaziya Rojavayê Kurdistanê kir, ziyaneke gelekî mezin gihand xelkê sivîl. Bi taybetî zerer da kampên koçberên ji Serê Kaniyê.”

Haco destnîşan kir ku eger ev binesazî zû neyên çêkirin di werzê zivistanê de dê rewşa koçberan pir xirab bibe.

“Ziyan li xelkê me yê koçber bû”

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê yên Kampa Waşokaniyê Mihemed Haco herwiha got:

“Xelk di metirsiyê de ye, dê bêelektrîk çawa jiyana xwe birêve bibin. Elektrîk li ser wan qut bibe, pirsgirêka avê heye, gaz nîne ku xwarina xwe pê çê bikin.

Lewma êrişa ku hat kirin ziyana wê deh qat li xelkê me yê koçber bû.”

Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd li ser hejmara koçberan ragihandibû ku milyonek koçber li navçeyên Rêveberiya Xweser hene.

200 hezar koçber di nav kampan de û 800 hezar koçber jî li derveyî kampan dijin.

Li kampên Serê Kaniyê û Waşokaniyê ku koçberên Serê Kaniyê lê dimînin, 32 hezar û 212 koçber hatine bicihkirin.