'Tirkiye dixwaze Desteya Tehrîr el-Şam herêmê kontrol bike'

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ên ku Tirkiyê dagir kirine, ev dema du roja ye li Efrîn û Babê şerekî giran di navbera grûpên Cebhe Şamiye û Firqeya Hemze de derketiye. Desteya Tehrîr el-Şam ku Idilbê kontrol dike, hêzên xwe ber bi Efrînê ve şandine û piştevaniya grûpa Hemze dike. Şîrovekarê siyasî Rebîh el-Şear got “Îstixbarata Tirkiyê dixwaze ku Desteya Tehrîr herêmê kontrol bike da ku danûstandinê bi yek aliyî re bike.”

Li herdu gundên Kaxurê û Mêrkan ên ser bi nehyeya Mabata di navbera grûpên el-Cebhe el-Şamiye û Siltan Silêman Şah şer derket.

Di dîmen taybet ên ku ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin de tê xuyakirin ku çekdarên el-Cebhe el-Şamiye ji gundê Mêrkan pêgehên çekdarên Silêman Şah ku wek Emşat tên naskirin dikin armanc. Ev şer û pevçûn li gundê nahiyeya Mabata pêş nîvroja Çarşemê bûne.

Piştî şandina hêzeke mezin, Desteya Tehrîr el-Şam çend gundên başûrê Efrînê kontrol kirine.

Çavkaniyekê ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku piştî kontrolkirina gundê Kurzêlê, çekdarên Tehrîr el-Şam gihiştine derdora bajarê Efrînê.

Rebih el-Şear, şîrovekarê siyasî ku şerezayê biwarên grûpên çekdar li Sûriyê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ev şer di navbera grûpan de dê berdewam be.

Şîrovekarê siyasî Rebîh el-Şear got "Ev şer di navbera van grûpên çeteyan de dê berdewam bin heta ku hev jinav bibin. Bêguman Deteya Tehrîr el-Şam a terorîst hatiye ser xetê ji ber ku hevpeymanên wê di nav van grûpên çeteyan de hene. Bi baweriya min îstixbarata Tirkiyê dixwaze ku Desteya Tehrîr herêmê kontrol bike da ku danûstandinê bi yek aliyî re bike û ev yek jê re baştir e ku danûstandinên bi çend bandên çeteyan re bike ji heşîşvexwer û bazirganên madeyên hişbir û kujer û diz û daîşiyan. Îro tevahiya DAIŞiyan di nav van grûpên çeteyan yên tawankar û terorîst de ne."

El-Şear got jî, yek ji hokarên vî şerî  hewlên nêzîkbûna di navbera Tirkiyê û Sûriyê de ye.

Şîrovekarê siyasî Rebîh el-Şear anî ziman "Niha rêxweşkirineke Tirkî heye ji bo lihevhatinê ligel rejîma Esed a terorsît û tawankar. Ev lihevhatin dixwaze ku alîkarî bê kêmkirin ji bo wan grûpên terorîst û fitne di nav wan de bê derxistin da ku Tirkiyê bi şêweyê herî baş û hêsanî ji wan xilas bibe."

Şer û pevçûnan bandor li koçberên kampan li navçeyê kiriye û 5 koçber ji kampa Dêr Belûtê birîndar bûne.

Koçberekî Kampa Dêr Belût ragihand "Em li Kampa Mihemediyê/ Dêr Belût in. Tevî ku kon me ji guleyan naparêzin lê xelk di nav konên xwe de dimînin ji tirsa şer û pevçûnên heyî. Heta niha 5 kes li nav kampê birîndar bûne û ambûlans bi zehmetî digihin nav kampê. Em bangewaziyê li hemû hêzên dikin ku kampê ji şer û pevçûnan dûr bigirin."

Di şer de, hejmarek çekdarên el-Cebhe el-Şamiye ji aliyê çekdarên Hemzat ve dîl hatine girtin. Li bajarê Babê jî, çekdarên el-Şebhe el-Şamiye dest danîne ser zindaneke grûpa Hemzat û dîmenên wê belav kirine.