HPG û artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin

12-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li Çiyayê Gare di encama êrişên wan ên asmanî de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 6 gerîlayên ku di demên cuda canê xwe ji dest dane eşkere kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku di operasyoneke artêşa wî welatî ya li herêma Gare ya Herêma Kurdistanê de ku MÎT jî beşdar bûye, 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.

Derbarê vê yekê de heta niha ti çavkaniyên PKKê daxuyanî nedaye.

HPGê nasnameya 6 gerîlayan eşkere kir

Ji aliyê din ve HPG nasnameya 6 gerîlayan ku di demên cuda de canê xwe ji dest dane eşkere kir, 6 ji wan li herêma Metîna û 2 jî li navçeya Gever a Colemêrga Bakurê Kurdistanê bûne.

Li gor daxuyaniya HPGê gerîlaya bi navê Gulistan Canbey a xelka Bedlîsê ya bi nasnavê Aso Dîran Têkoşîn û gerîlya bi navê Rojda Şik a xelka Amedê ya bi nasnavê Evîn Rêber Andon di 19ê Îlona 2022yan de li navçeya Geverê canê xwe ji dest dan.

Nasname û cihê candestdana 4 gerîlayên din jî wiha ye:

Mizgîn Eren a xelka Bedlîsê ya bi nasnavê Arîn Armanc 30 Hezîrana 2022yan li herêma Metîna canê xwe ji dest da.

Yilmaz Beşalti yê xelkê Rihayê ku li Edeneyê ji dayîk bûye û bi nasnavê Suphî Tolhildan tê naskirin di 23yê Tîrmeha 22yan de canê xwe ji dest da.

Şeyda Eren a xelka navçeya Cizîrî ya Şirnexê, bi nasnava Şevîn Çekdar 12ê Tebaxa 2022yan li herêma Metîna canê xwe ji dest da.

Enver Çelîk ê li Edeneyê ji dayîk bûye û bi nasnavê Çekdar Canfeda Med tê naskirin jî 12ê Tebaxa 2022yan de li herêma Metîna canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst