Girtîgeha Amedê berî serdana Erdogan hat valakirin

12-10-2022
RÛDAW
Nîşan Girtîgeha Amedê Bakurê Kurdistanê Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Girtîgeha Înfazê ya Tîpa E ya Amedê berî serdana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bo bajêr hatiye valakirin.

Rêvebirê Ofîsa Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak ragihand, Girtîgeha Amedê berî serdana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bo Amedê hatiye valakirin.

Erdogan roja 9ê Temûza 2021an di serdana xwe ya bo Amedê de soz dabû ku Girtîgeha Înfazê ya Tîpa E ya Amedê bigre û wê derê bike muzexane û navendeke çandî.

Erdogan wê demê li ber avahiya Parêzgariya Amedê derbarê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de wiha axivîbû: “Îro ez dixwazim mizgîniyek xweş bidim we. Em Girtîgeha Amedê ya ku berê bi zilm, îşkence û pêkanînên dijmirovî ve girêdayî ye, vala dikin û weke navendeke çandê pêşkêşî we dikin. Wezareta me ya Dadê di vî warî de amadekariyên pêwîst dike. Bi vî awayî em bîreweriya xerab a Amedê ji holê radikin.”

Li gor zanyariyan, girtî û personelên wê girtîgehê bo girtîgehên din ên li Amedê hatine veguhastin.

Biryar e Erdogan roja Şembiyê 15ê Cotmehê serdana Amedê bike û di festîvala li Sûrê de amade be.

Nûçeya valakirina Girtîgeha Amedê di medyaya Tirkiyê jî cihekî berfireh girtiye.

Lê heta niha hikûmetê û wezaretê dadê ya Tirkiyê derbarê mijarê de ti daxuyanî nedane.

Li Bakurê Kurdistanê û di bîreweriya xelkê herêmê de Girtîgeha Amedê wek cihê îşkence, lêdan û kiryarên dijî mirovî bi taybet di salên 1980-1990 de tê naskirin û bi sedan welatî, siyasetvan û çalakvanên Kurd li wê girtîgehê hatine îşkencekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst