Galeriya wêneyan

12-10-2022
10 Photos

Herdî Mihemed Elî

Li parêzgeha Kerkûk a Başûrê Kurdistanê zengila yekem a sala nû ya xwendinê hat lêdan. Zêdeyî 500 hezar xwendekaran bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkmenî dest bi xwendinê bikin.

Tenê di perwerdeya Kurdî de 92 hezar xwendekaran dest bi xwendinê kirin.

Rêveberê Perwerdeya Kurdî Şêrzad Reşîd ji Rûdawê re ragihand, ew dê pêdiviyên lojîstîkî yên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine pêşkêşkirin bi qasî 1.6 milyar dînaran dabeş bikin û pirtûk gihîştine hemû dibistanan û dest bi belavkirina wan kirine.