Yekem car e du Kurdên Kakeyî dibin parlamenterên Iraqê

12-10-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdên Kakeyî Ehlam Remezan Kakeyî Hilbijartinên Iraqê PDK YNK Necwe Hemîd Kakeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de bo yekemin car du berbijêrên Kurdên Kakeyî ku herdu jî jin in hatin hilbijartin. Yek ji wan dibêje: “Em nûnerên hemû Kurdistanê ne, lê vegerandina aramiyê bo sînorê Kakeyînişîn, dibe karê me yê serekî.”

Di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê de ku di 10ê Cotmeha 2021ê de hat kirin, du berbijêrên Kakeyî ku herdû jin in û li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne, serkeftin bidest xistin.

Berbijêra Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bazneya 2 ya Kerkûkê Necwe Hemîd Kakeyî, 10 hezar û 19 deng bidest xist û bû parlamenter, herwiha li Bazneya 1 a Parêzgeha Neynewa Ehlam Remezan ji Hevpeymaniya Kurdistan (YNK) bi 4 hezar û 910 dengan bû parlamenter.

Berbijêra Derçûyî ya Bazneya Yek a Kerkûkê ji Lîsteya PDKê Necwa Hemîd Kakeyî ji Rûdawê re got, yekem car e dû nûnerên Kakeyiyan li Parlamentoya Iraqê hebin, lê ew nûnertiya hemû Kurdistanê dikin ne tenê ya Kakeyiyan.

Necwe Kakeyî got: “Ez xelka sînorê Daqûqê me, li wê derê jî ji ber rewşa xirab a emnî sê gundên Kakeyiyan hatine valakirin. Karê me yê serekî vegerandina aramiyê ye bo wan navçeyan.”

Di Gera Yekem a Parlamentoya Iraqê de, ti nûnerekî Kakeyiyan nebû, lê li gerên dû, sê û çar, nûnerekî wan li parlamento hebû, di gera pêncem de jî dû nûnerên wan dibin ku herdû jin in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst