Li Selahedînê berbijêreka serbixwe ya Kurd biserket

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Selahedîn, jineke Kurd a bi navê Naske Mehdî Xerîb ku bi awayekî serbixwe beşdarî di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de kiribû, bi kotaya jinan karî kursiyeke parlamentoyê qezenc bike û di xûla pêncem a parlamentoyê de bibe parlamenter.

Naske Mehdî Xerîb li Bazneya 2 a parêzgeha Selahedînê wek berbijêrek serbixwe tevli hilbijartinên xûla pêncem a parlamentoya Iraqê bibû. Li heman bazneyê çar berbijêrên mêr zêdetirîn deng bidest xistine, lê belê ji ber kursiya kota ya jinan, yek ji wan nikare bibe parlamenter û divê cihê xwe bide berbijêreke jin.

Naske Mehdî Xerîb di nava berbijêrên jin ên Bazneya 2 a Selahedînê de rêjeya herî zêde ya dengan bidest xistiye, ku 4 hezar û 628 deng in û bi vê yekê kursiya kotaya jinan a vê bazneyê ji xwe re misoger kiriye.

Bazneya 2 a parêzgeha Selahedînê navçeyên Xurmatû, Yesrib, Beled û Dor li xwe digire. Li heman bazneyê du berbijêrên din ên Kurd hebûn ku yek ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û yek jî ji aliyê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve hatibû berbijêrkirin.

Ji bilî wê berbijêra Kurd a serbixwe, berbijêrê YNKê Kerîm Şukur jî bi 8 hezar û 945 dengan kariye dengên pêwîst bidest bixe û bibe parlamenter.

Bi vê yekê li Bazneya 2 a parêzgeha Selahedînê, 2 berbijêrên Kurd di hilbijartinên xûla pêncem a parlamentoya Iraqê de biserketine.

Berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li vê bazneya hilbijartinê, Hîwa Tahîr Ebbas Ebdullah El-Dawudî bûye ku 1 hezar û 377 deng bidest xistiye.