Li Gundikê Melî jinek bi jêhatîbûna xwe bû karsaza berhemanîna qahweya kizwanan

12-10-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Xeyal Erkan navê qahweya xwe kiriye “Daristan”
Xeyal Erkan navê qahweya xwe kiriye “Daristan”
Nîşan Qehweya Kizwanan Daristan Xeyak Erkan Gundikê Melî Şirnex
A+ A-

Şirnex (Rûdaw) – Li Bajarokê Gundikê Melê yê ser bi Şirnexê ve jineke Kurd, bi hêz û zanîna xwe bû karsaz. Ew niha xwediyê kargeheke qehwê ye û di kargeha xwe de kizwanên devera xwe dike qehwe û difiroşe bazarê. Navê qehweya xwe jî kiriye Daristan.

Xeyal Erkan van rojan bi kelecan e. Bi hevjînê xwe Evdî Erkan re berê xwe dide navnîşana xwe ya nû.  Ew li Şirnexê yekem jin e ku bi awayeke fermî qehweya kizwanan hildiberîne. Hizra hilberîna qehweyê jî balkêş e. Pêşî wê ji bo xwe çêkiriye. Piştre ji mêvanên xwe re.  Ji ber ku her kesî ji tama qehweya wê hez kiriye biryara vekirina kargehek daye.

Hilberînera qehweya kizwanan Xeyal Erkan ji Rûdawê re got: “Ji yekê bû pênç, ji pêncan bû deh, ji 20an bû çil. Niha jç çavê me li tonan e. Eger xwedê hez bike înşelah dê welê jî be. Niha em dibin datînin dikanan. Lê ewilî dema yekê dixwest me ji wan re dibir. Niha li her derê Şirnexê li dikanan hene. Kî bixwaze dikare ji xwe re bibe.”

Hevjînê Xeyal Erkanê, Evdî Erkan jî got: “Me ev qehwe derxist û da piyaseyê. Em niha nanê wê dixwin. Çi hindik çi gelek. Ev sala min a 4an e. Lê çavê min hêj li pêşveçûna vê qehwê ye.”

Xeyal Erkan 5 zarokên xwe bi dahata qehweya kizwanan dide xwendin. Ew li bajarên kurdan yekem jin e ku qehweyê bi markayeke kurdî derdixe bazarê. Navenda hilberînê jî Bajarokê Gundikê Melê ye.

Xeyal Erkan wiha behsa markaya kurdî û navê wê dike: “Niha ez dema di riyek de diçim ên min dibînin dibêjin wî ez te nas dikim. Heta niha ez Xeyal bûm. Lê niha bûme xwediya qehweya Daristanê. Gelek jinan di facebook û instagramê de parve dikin. Spasiya min dikin. Li çepikan didin. Dibêjin tu jinek e rêber î, tu bi quwet î. Kêfa xwe ji min re tînin. Ez jî spasdarê wan im.”

Xeyal Erkan niha qehweya xwe li navçeyên Silopî, Cizîr, Hezex, Qileban û Elkiyê belav dike. Lê xeyalên wê ji sînorên van navçeyan mezintir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst