Ambulans û otombîlê li hev dan: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dersîmê ya Bakurê Kurdistanê, ambulans û otombîlekê li hev dan û 6 kes birîndar bûn.

Li navenda Dersîmê ambulansa ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Dersîmê nexweşek bo Xarpêtê vediguhest û otombîlekê li Kolana Muhlis Akarsu li hev dan.

Di bûyerê de tevî nexweşê di ambulansê de û herdu şofêrên otomobîl û ambulansê bi giştî 6 kes birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dersîmê hatin veguhestin.