Parlamenterekî Kurd ê xûlên berê yên parlamentoya Îranê bi Coronayê wefat kir

12-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî berê yê bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê li parlamentoya Îranê, yê bi navê Mihemed Kerîmiyan bi sedema vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Kerîmiyan roja Yekşemê li nexweşxaneyekî Tehran a paytexta Îranê di temenê 66 saliyê de jiyana xwe ji dest daye.

Dawûd Kerîmiyan, kurê Mihemed Kerîmiyan ragihand, “bavê min çar rojan li nexweşxaneyê di jêr çavdêriya pizîşkan de bû, lê mixabin nekarî bi ser Coronayê de biserkeve û canê xwe ji dest da.”

Mihemed Kerîmiyan bo dema 12 salan di navbera salên 1992-2000 ji bo xûlên çarem û pêncem ên parlamentoya Îranê û herwiha ji 2004 ta 2008ê bo xûla heftem a parlamentoya Îranê, nûneratiya bajarê Serdeşt û Pîranşarê di parlamentoya wî welatî de dikir.

Kerîmiyan herwiha endamê grûpên dostatî ya navbera Îran-Awustralya, Îran-Malî û Îran-Togo bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst