Kurdekî Êzidî yê niştecihê Almanya dibe qaymeqamê Şingalê

12-10-2020
RÛDAW
Nîşan Şingal Kurdên Êzidî Herêma Kurdistanê Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, qaymeqamekî nû bo qezaya Şingalê tê diyarkirin û dawî li rewşa niha ya vê qezayê tê, ku niha xwediyê du qaymeqaman e.

Cîgirê Serokê Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê, Beşar Kêkî ji Rûdawê re ragihand, “rewşa Şingalê pêwîstî bi wê yekê heye ku guhertinên rêveberî û emnî têde bê kirin, pêngava yekem jî nehiştina çekdaran ji bajêr dibe, daku rêveberiyekî nû bikare karê xwe bike.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, berbijêrekî nû bo posta qaymeqamiya Şingalê hatiye diyarkirin ku kurdekî Êzidî û niştecihê Almanyayê ye û biryar e ji ber vê yekê vegere Başûrê Kurdistanê.

PKK û hêzên ser bi wê ve yên li Şingalê û beşek ji Heşda Şeibî û çend parlamenterên Ereb ên parêzgeha Mûsilê ji rêkeftina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şingalê nerazî ne, lê belê Netewên Yekbûyî, Amerîka, Fransa, Misir, Urdin û Tirkiye piştgiriya xwe bo rêkeftinê nîşan dane û wiha dixuye, ku nerazîbûna wan aliyên navborî bandorê li rêkeftinê û diyarkirina qaymeqamekî nû bo Şingalê neke.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK), duh Yekşemê 11ê Cotmeha 2020an derbarê rêkeftina navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê birêvebirina Şingalê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku “Şert e pêvajoya hevdîtin û biryardanê ya bi beşdariya rêveberiya Xweser, bê meşandin. Helwestên li derveyî vê yekê, metirsîdar in, nayên qebûlkirin.”

Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê doh Şemiyê naveroka rêkeftina navbera xwe li ser bajarokê Şingalê belav kirin. Li gor rêkeftinê, qeymeqamekî nû bo Şingalê tê hilbijartin, asayîşa bajarokê Şingalê tenê erkê polîsên xwecihî, Saziya Asayîşa Niştimanî û Îstîxbaratî dibe, bi hevahengiya ligel saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê, divê dawî li hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hemû paşmayên wê li Şingalê bê anîn.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an du îdare li Şingalê çêbûn û çend hêz li deverê serdest in, wek Heşda Şabî, hêzên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), artêşa Iraqê û polîsên federalî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst