Nirxê pişkinîna pizîşkan li Rojavayê Kurdistanê biha bûye

12-10-2020
Gelek amûrên pizîşkî li Rojavayê Kurdistanê nînin
Gelek amûrên pizîşkî li Rojavayê Kurdistanê nînin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Niha Rojavayê Kurdistanê tevî pirsgirêkên zêde, sektora tendirûstiyê jî gelekî xirab e, amûrên pizîşkî yên pêşketî ji bo emelyatan tune ne, ji ber wê yekê jî xelk naçar dibe berê xwe bidin Başûrê kurdistanê û Şamê.

Kerta tendirustî li Rojavayê Kurdistanê di rewşeke xirab de ye û xelk ji wê rewşê ziyanê dibînin. Hatina vê derê û çûna Şamê jî mesrefekî zêde ye. Nirxên pizîşk û dermanan jî buha bûne, dahata xelkê jî weke xwe maye.

Êdî tinebûnê wiha kiriye ku xelk neçin ser doktoran û nikaribin dermanê êşa xwe jî bikirin.

Mihemed Xanim ê 70  salî ji bajarê Amûdê ye, heftane carekê hevjîna xwe Nofa Xanim a 65 salî dibe bijîşkê damar û xwînê. Ew têne bi dermanên buha êşa xwe ji bo çend demjimêran dirawestîne .

Welatî Mihemed Xanim dibêje: “Derman çend qat zêde bûye. Herwiha  bijîşk alîkar nabin. 5 ta10 hezar pişkinîn digrin, emrê me ji xwedê re, ew bû sed car e em tên. Her 21 roj 150 hezar distînin û rihe nabe û xwînê derbasî çoka wê dikin.”

Pîra nexweş Nofa Xanim jî dibêje: “Ev du meh in lingê min nebaş e, ez hatin cem bijîşk, neştegerî bi 5 milyonan xwest, ez nikarim bidim. Xwîn ji destê min bi 30 hezarî kişandin û bera çogê min dan, ji bo pişkinîn 5 hezar stand, 3 vaksîn, 20 hezar jî derman.”

Piraniya nexweşiyên li Rojavayê Kurdistanê  şekir, fişara xwînê, dil, êşa kezeb û penceşêr e.

12 nexweşxane li Qamişlo hene, 8 ji wan li jêr çavdêriya Rêveberiya Xweserde ne. Desteya Tendirustiyê ya ser bi Rêveberiyê Xweser, rêkarên wê ji bo şopandina bihabûna karta tendirustî, ji destpêka sala 2020an, 7 civînên bi bijîşk û yekîtiya dermansaza pêkaniye.

Cîgirê Desteya Tendirustî li Herêma Cizîrê Mihemed Xelef jî got: “Em bi yekîtiya dermansazan civiyan ji bo firotina dermana bi yek şêwazî, pirsgirêk derdikevin, li çend nexweşxaneyan em alîkarin, li nexweşxaneya dil û çav em alîkarin û pirojeyên me ji bo alîkariya nexweşan heye.”

Nexweşxaneya Dil û Çav ku Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser wê bi rêve dibe, rojane pêşwaziyê li zêdeyî 350 nexweşan dike, nirxê pişkinîn li wê nexweşxaneyê li gor nexweşxaneyên taybet ji sedî 15 kêm e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst