Li Geverê 4500 rêsiyên giya şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakûrê Kurdistanê, agir bi zeviyên çandiniyê ket û di encamê de 4 hezar û 500 rêsiyên giya şewitîn.

Li navçeya Gevera Colemêrgê agir bi zeviya cotkarê bi navê Hecî Kaya ket. Ew zevî 20 kîlometreyan dûrî navenda bajar e.

Xelkê deverê çûne hewarê û tîmên agirvemirandinê bi hev re ew agir kontrol kirine. Lê di encama wî agirî de 4 hezar û 500 rêsiyên giya şewitîne.

Li wê navçeyê zeviyên çandiniyê hatine dirûn, lê ji nav zevî nehatibûn berhevkirin. Niha piştî şewata wan rêsiyan, xwediyê wê zeviyê ketiye rewşeke zehmet ji ber ku zivistanê dê pezê wî bê giya bimîne.

Di derbarê sedema agir de jî ti zanyariyek nehatiye belavkirin û heta niha jî lêkolînên li ser wê bûyerê berdewam in.