Galeriya wêneyan

12-10-2019
15 Photos
RÛDAW

Ji deverên Rojavayê Kurdistanê yên ketine ber êrişên Tirkiyê hejmareke zêde ya xelkê sivîl koçber bûne. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî derdora 100 hezar kesan cih û malên xwe terk kirine û ber bi Hesekê ve koçber bûne. Rêveberiya Xweser jî dibêje 190 hezar kes ji cihên xwe heta niha koçber bûne.

Êrişên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Rojavayê Kurdistanê derbasî roja çarem bûn û bajar, nahiye û gundên dikevin ser sînor bi berdewamî rastî topbaran û bombebarana artêşa Tirkiyê tên.

Ev topbaran û bombebaranên Tirkiyê bûne sedema koçberbûna beşek ji sivîlên herêmê.

Wêne: AFP