Şandeke civata wezîran serdana gora Mam Celal kirin

Silêmanî (Rûdaw) -Hejmarek ji wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana gora Serokomarê Berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanîkirin.

 

Hejmarek ji wezîrên Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo rêzgirtina xebata Mam Celal li Silêmaniyê seredana gora wî kirin û deste gula rêzgirtinê li ser gora wî danîn.

 

Şanda civata wezîran li ser Girê Debaşan ji aliyê Cîgireê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê Mam Celal, Qubad Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Di dema serdanê de Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî civîneke çapemeniyê li dar xist û serxweşî da malbata Talebanî û endam û serkirdeyên YNKê.

 

Sekreterê Rojnamevanî yê Qubad Ralebanî, Semîr Hewramî ragihand ku dibe çend programên din ên şanda wezîran li Silêmaniyê hebin.

 

Serokomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî roja 3yê Cotmeha 2017ê li nexweşxaneyeke Berlîn a paytexta Almanyayê koça dawî kir û roja Înê 6ê Cotmehê jî bi merasîmeke mezin û bi beşdariya nûnerên çend welatên biyanî û çend serkirde û berpirsên iraqî û kurdistanî cenazeyê wî li Silêmaniyê hat pêşwazîkirin û her di heman rojê de li girê Debaşan a bajarê Silêmaniyê bi axê hat spartin.

 

Piştî merasima bi ax spartina cenazeyê Celal Talebanî, li Silêmanî, Hewlêr û Duhokê merasimên şînê hatin danîn ku têde ji bilî berpirsên Herêma Kurdistanê çendîn berpirsên iraqî jî têde beşdar bûn.