Şêwirmendê Erdogan: Xwezî me karîba hemû sînoran rakin

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê, konferanseke navdewletî ya bi navê "Rêveberî, Siyaset û Aborî" bi amdekariya Zanîngeha Dicleyê ya Amedê bi du rojan hate sazkirin û mamosteyên zanîngehên Tirkiyê ku hatibûn bajarê Amedê di vê sempozyûmê de xebatên xwe yên akademîk, yên di beşên siyaset û aboriyê de pêşkêş kirin.

 

Zanîngeha Dicleyê ya li Amedê bi vexwendina akademîsyen û pisporên zanista siyasetê, sempozyûmek navdewletî ya bi navê "Rêvebirî, Siyaset û Aborî" saz kir û serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Şukru Karatepe jî yek ji axaftvanên sempozyûmê bû.

 

Sempozyûma ku li navenda kongreya Zanîngeha Dîcleyê hate li darxistin, bi beşa axaftinên rektor û rêvebirên sempozyûmê dest pê kir û di dumahîka roja ewil de, mamoste û pisporên vexwendî yên sempozyûmê di derbarê mijarên diyarkirî de gotûbêj kirin.

 

Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Talip Gul di derbarê armanca sempozyûmê de ji Rûdawê re axivî û got: "Mêvanên me yên gelek hêja li vê derê hene, em kêfxweş in ku mamosteyên di beşa xwe de gelek pêşketî li Amedê diezimînin, di serî de serekşêwirmendê serokomarê me, em  gelek kêfxweşkirin"

 

Organîzatorên sempozyûmê xebatên bi vî rengî yên li ser "zanista siyasetê" li herêmê weke pêngaveke dîrokî pênase dikin.

 

Doç. Dr. Yilmaz Demirhan aşkere kir: “Bi rêya van sempozyûman, akademîsyenên zanîngehan xebatên xwe yên zanistî ku bi salan li serê ked dane, bi hev re parve dikin."

 

Her çend, mijarên sereke yên sempozyûmê mijarên zanista siyasetê bû jî, rûdanên siyasî yên li herêmê û bi taybetî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê jî babeta sereke bû, ku beşdarvanan li serê gotûbêjan kirin. Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Prof. Dr. Şukru Karatepe jî di sempozyûmê de bal kişande ser rewşa Başûrê Kurdistanê û got: "Kurdên Bakurê Iraqê birayên me ne, me weke Tirkiye her tim têkiliyên dostanî bi hev re daniye, em dixwazin birayên me li ser esasê dostane bi dewleta Iraqê re bijîn, bila statuya xwe biparêzin û daxwazên xwe bikin. Tirkiye tenê daxwaza yekîtiya axa Iraqê dike, xwezî me karîba hemû sînorên di navbera xwe de rakira."

 

Li gor plana lijneya amadekariya sempozyûmê, dê gelek akademîsyenên biyanî başdarî sempozyûmê bibûna, lê di roja ewil a sempozyûmê de, ji bilî akademîsyenên Tirkiyê ti akademîsyenên derveyî Tirkiyê tevlî sempozyûmê nebûn.

 

Serokê Lijneya Amadekariya Sempozyûmê Vedat Koçal li ser vexwendina mamosteyên biyanî diyar kir: “Di serî de Ji Rûdawê re spas, herwiha giştpirsiya Başûrê Kurdistanê pîroz dikim, me gelek mamosteyên zankoyên biyanî jî vexwendibû vê sempozyûmê, lê ji ber rewşa ku her kes dizane, ji dervayê welat kesek nehat û beşdar nebûn, ki Kurdistana Başûr, ji Zanîngeha Hewlêrê jî wê mamosteyek ji bo axavtinê bihata, lê ji ber şertên nebaş yên geştê, mixabin ew jî nehat."

 

Sempozyûma "Rêvebirî, Siyaset û Aboriyê" dê du rojan li bajarê Amedê berdewam bike.