Kurê Celal Talebanî daxwaza guhertinan li Kerkûkê kir!

12-10-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Serxwebûn Bavil Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurê mezin ê Celal Talebanî yê sekreterê berê yê YNKê, Bavil Talebanî derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, biryarên Iraqê yên bo cezakirina Herêma Kurdistanê û rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir.
 
Bavil Talebanî li ser rewşa Kerkûkê dibêje, divê encumeneke nû bo parêzgeha Kerkûkê were destnîşankirin û eger pêwîst jî bike, divê bi heman awayî parêzgareke nû jê re were destnîşankirin.

Bavil Talebanî derbarê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê de dibêje: "Li gorî encamên dawî yên hilbijartinan, li Kerkûkê pêwîstî bi rêveberiyeke hevbeş heye, li gel wê çendê divê encumeneke nû jê re bihê destnîşankirin, eger pêwîst jî bike, bi heman şêweyî parêzgareke nû jê re were destnîşankirin, ji ber wê bajarê Kerkûkê ji hemû kesatiyan û partiyên siyasî mezintir e.

Navçeyên arîşedar jî ew navçe ne ku sedema agir û pirsgirêkê ne û pêwîstî bi rêveberiyeke hevbeş heye ji bo vemirandina steberê agir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navend divê arîşeyên navbera xwe yên têkildarê petrol û gazê û dahata wan bi şêweyeke şefaf çareser bikin, bi curekê ku di berjewendiya  xelkê Kurdistanê û gelê Iraqê de be."

Kurê mezin ê Celal Talebanî behsa rewşa niha ya Kurdistanê dike û tekez dike:

"Di dema niha de em rastî qeyraneke zehmet bûne û em li berdem şerekî nexwestî ne, şerek ku ti wextî xwasteka me nîne, weke ku hûn dibînin îro pêşmerge û hêzên Iraqê rastî şerekî nexwestî tên û di meydanên şer de rûbirûyê hevb bûne.

Îro jî piştî çendîn guhertinan, gelê me di bin fişareke mezin a civaka navdewletî de ye ku ew yek bi ti awayî rêbaza Mam Celal nîne.

Ez daxwaz ji hemû hevalên Yekîtiya Niştimaniya Kurdisstanê û hemû aliyên siyasî û hevwelatiyên Kurdistanê dikim ku dest di nava dest de alîkariya me bin di jêr ronahiya Mam Celal  de ku pêwîst dike Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bibe sedema rizgarkirina xelkê Kurdistanê û Iraqê ji wê tarîtiya ku ketine têde."

Bavil Talebanî herwiha bang li civaka navdewletî jî dike, ku rewşa niha ya aloz kontrol bike.

Talebanî daye xuyakirin: "Em daxwaz dikin ku civaka navdewletî û hemû serkirdeyên siyasî yên Iraqê vê rewşa ewleiyê ya aloz were aramkirin."

Kurê Mam Celal di beşeke din a peyama xwe de daxwza gotûbêjên bêmerc di navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê de dike
 
Derbarê deriyên sînorî û firokexaneyên Herêma Kurdistanê de jî Bavil Talebanî daye xuyakirin: “Firokexane û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê divê ji aliyê Kurd ve were kontrol û çavdêrîkirin, li gel wê jî em amade ne ku hemahengiyê li gel Bexdayê bikin li ser hûrgiliyên wê. Lê belê divê ew kesên ku firokexane û deriyên sînorî birêve dibin, Kurd bin û divê maf û mûçeyên wan bihê garantîkirin.”
 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst