Dadgehê Leyla Zana beraetê kir

Navenda Nûçeyan – Parlementerê HDPê yê Agiriyê Leyla Zana ji doza ku bi hinceta "endamtiya rêxistina çekdarî ya terorê" 15 sal cezayê zindanîkirinê dihate xwestin, beraet kir.

 

Îro li Dadgeha 3emîn a Cezayê Giran a Amedê rûniştina doza Parlementerê HDPê Leyla Zana hebû û dozger ji dadgehê bi hinceta "endamtiya rêxistina çekdarî ya terorê" 15 sal cezayê zindanîkirinê dixwest.

 

Leyla Zana beşdarî rûniştinê nebû, lê parêzerê wê li dadgehê amade bû.

 

Parêzerê Zana parastina parlementerê HDPê kir û ji bo Leyla Zana daxwaza beraetê kir.

 

Dadgehê di derbarê Leyla Zana de biryara beraetê da.