Li ser ihtimala girtina deriyên sînor bêdengî heye

12-10-2017
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Herêma Kurdistanê Deriyê Sînorî Dorpêç Referandum Serxwebûn Kurdistan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Meseleya girtina deriyên di navbera Başurê Kurdistanê û Tirkiyê de roj bi roj ji rojeva Tirkiyê dikeve û rijdiya Tirkiyê jî li ser mijarê kêm dibe. Êdî rayedarên Tirkiyê kêmtir behsa girtina deriyan dikin, aborînsa jî dibêjin tirkiyê bi gotin dixwaze deriyan bigre lê bi dil naxwaze.


Tevî hemû gef û gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hikumeta Tirkiyê heta niha jî peywendiyên bazirganî di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de berdewam in. Ji aliyê hikumetê ve li ser egera girtina deriyên sînor bêdengî heye dijbere jî polîtika û gotinên hikumetê jî hem rexne dike û hem jî bi nakok dibîne.


Parlementerê CHPê Alî Şeker ji Rûdawê re wiha got: “Helwesta hikumeta Tirkiyê bi temamî helwesteke bi nakok e. Xetên petrolê aktîf in û petrol bi tankeran tê firotin, lê ji bo navxweyiya Tirkiyê peyamên cuda tên dan û car dibêjin aha em ê bikevin Îdlîbê û em filan erdî bistînin yanî gotin bi vî şeklî ne.”


Aborînas jî dema behsa  peywendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê dikin  dibêjin,  “ziman dibêje lê dil naxwaze”  piraniya aborînas û şirovekaran di wê baweriyê de ne ku her dorpêçeke aborî ya li ser Herêma Kurdistanê  dê zêdetir zirarê bide Tirkiyê.


Aborînas Turgay Turker jî derbarê vê yekê de wiha axivî: “Tirkiyê di derbarê girtin yan jî astengkirina deriyên bazirganî de car caran gotinên tund dike û mijarê di rojevê de digre, lê di vê meselê de zimanê Tirkiyê dibêje lê dilê Tirkiyê naxwaze tiştekî bike. Sûda  bazirganiya Tirkiyê ya di gel herêma bakurê Iraqê (mebest Herêma Kurdistanê ye) digehe 12 milyar û 100 milyon dolarî.”


Piştî giştprisiyê heta niha ji aliyê Tirkiyê ve li ser daxwaza hikumeta Bexdayê geştên asmanî hatine qedexekirin û ji bilî wê çi tedbîrên Tirkiyê li hember Kurdistanê nebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst