Tevgera Azadî: Bila pêşmerge û gerîla bi hev re herin Mûsilê

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Azadî daxwaza çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê kir û herwiha pêşniyar kir ku pêşmerge, gerîla û şervan bi hev re beşdarî operasyona Mûsilê bibin.

 

Berdevka Tevgera Azad Tara Hisên îro (12-10-2016) li Hewlêrê civîneke rojnamevanî saz kir.

 

Hisên balkêşa ser wê yekê ku ev salek e karên Parlamentoya Kurdistanê hatine rawestandin û ragihand, “pêwîste aliyên siyasî ji bo çareserkirina krîza siyasî ya Başûrê Kurdistanê zêdetir lihev nêzîk bibin.”

 

Berdevka Tevgera Azadî diyar kir ku rawestandina kar û çalakiyên parlamentoyê bandorekî neyînî li rewşa siyasî û jiyana hemwelatiyan kiriye, lewma jî daxwaz kir ku parlamento bê çalakkirin.

 

Derbarê operasyona Mûsilê de jî Tara Hisên got, “Niha hêzên Iraqî mijûlê amadekariyên operasyona Mûsilê ne. Em jî daxwaz dikin hêzên kurdî, pêşmerge, gerîla û şervan weke hêzekî hevbeş û di bin yek fermandariyê de beşdarî operasyonê bibin.”

 

Hisên amaje bi wê yekê kir ku hêzên serbazî yên Tirkiyê ji salên 1990î ve li Başûrê Kurdistanê ne û ragihand, “Niha li nêzîkê Mûsilê hebûna hêzên Tirkiyê metirsî ye. Tirkiye dixwaze dagirkeriyê bike.”