OSMAN SEBRÎ – Di 23emîn salvegera koça dawî de tekoşerê kurd

Hewlêr (Rûdaw) – Têkoşer, helbestvan û siyasetmedarê Kurd Apo Osman Sebrî beriya 23 salan ji nav me bar kir.

 

Osman Sebrî jiyaneke zehmet û tije dijwarî û koçberî û girtin û îşkence derbas kir. Osman kurê Serokeşîrê Mirdêsan Sebrî Axa bû û di 5ê Çileya 1905an de li gundê Narincê yê Kolika Semsûrê jidayîk bûbû. Gava ew 10 salî bû, bavê wî çû rehmetê û ew ji aliyê apê xwe Şukrî ve hat mezinkirin.

 

Osman Sebrî di sala 1929an de derbasî Binxetê bû û çû Kobanê, cem Mala Hirço Begê. Vê bûyerê li herêmê deng veda û gelek dengbêjan kilam li ser wî gotin.

 

Osman Sebrî li Sûriyê jî bi sedema karên siyasî, sirgûnî Urdun, Fîlîstîn û Madagaskarê bû. Di tevahiya jiyana xwe de 12 salan di zindanê de ma û rewşa wî ya aborî xirab bû.

 

Lê Osman Sebrî wek hîm û tehtên Kurdistanê berxwedêr û serhişk bû. Ew qet li pêşiya dijwariyan neçemiya û her û her kar û xebata xwe ya siyasî û edebî domand. Bi taybetî xizmeteke berçav di kovara Hawarê de kir û gelek berhemên giranbuha li pey xwe hîştin wek: Bahoz, Derdên Me, Çar Leheng, Dîwan, Bîranîn, Elifbeya Têkû, Bersiva Hoşeng û hin berhemên din.

 

Osman Sebrî di 11ê Cotmeha 1993an koça dawî kir û gora wî li Binxetê, li nêzîkî gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ye.

 

Hebestvanê Kurd Nûjen di helbesteke xwe de behsa lehengiya Osman Sebîr dike û wiha dibêje: Ala xebatê te xweş hilanî. Li ser kenarê bilind te danî. Hê j`biçûkanî te berxwedan kir. Li ber xwînmija te dest hilanî. Lehengê mezin ketiye ser rê. Bi serxwebûnê bawerî anî. Xebata te kir qet ji bîr nabe. Perda ser diza te xweş hilanî. Zindanên neyar tevde şahid in. Li berxwedana vî pehlewanî. Carkê avêtin gêra Afrîka. Li Madegeşker dibû xuyanî. Ji rengê Sîpan tu serbilind î. Wek çawa Sîpan serî dananî.