Li Hesekê roja înê serjimêrî tê kirin

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê roja înê li bajarê Hesekê dest bi serjimêriya giştî dike.

 

Li gorî agahiyan, roja înê ya vê hefteyê 14ê Cotmeha 2016, dê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê serjmêriya giştî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dest pê bike.

 

Komîteya ku serpereştiya vê serjmêriyê li Hesekê dike, di daxuyaniyekê de belav kir, ku dê roja înê dest bi serjmêriya bi nav "Ez li virim" were kirin.

 

Li aliyekî din, Navenda Rojava Bo Lêkolînên Stratejîk plana serjmêriya Hesekê daniye û ragihand, ku ev serjmêrî dê zanyariyên derbarê rewşa civakî û malbatî, asta xwandin, bêkarî, haletên kêmendamiyê û herweha hejmara koçberên nav û derveyî welat de diyar bike.