Pizîşkiyan Serok Barzanî vexwend Tehranê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Serok Mesûd Barzanî vexwend Îranê.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh çûbû Bexdaya paytexta Îraqê û bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyabû.

Mesûd Pizîşkiyan vê sibehê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Pizîşkiyan destpêkê li Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û Kabîneyê re civiya.

Serokkomarê Îranê paşê bi Serok Mesûd Barzanî re jî civînek kir.

Serok Barzanî vexwend Tehranê

Ofîsa Barzanî daxuynad ku Mesûd Pizîşkiyan bi awayê fermî Serok Barzanî vexwendiye Tehrana paytexta Îranê.

Ofîsa Barzanî li ser civîna Serok Mesûd Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan got:

“Her du aliyan bîr û rayên xwe yên li ser rewşa herêm û Îraqê anîn zimên.

Her wiha behsa girîngiya pêwendiyên siyasî, aborî û çandî yên Îran û Herêma Kurdistanê hat kirin.”

Li gorî bernameyê, dê Serokkomarê Îranê piştî temasên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bibe.

Mesûd Pizîşkiyan dê li Silêmaniyê gora Mam Celal ziyaret bike û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re bicive.

Mesûd Pizîşkiyan 30ê Tîrmeha 2024an sonda yasayî xwar û bû serokkomarê nû yê Îranê.

Pizîşkiyan di yekem serdana xwe ya dîplomatîk a derveyî welat de doh çûbû Bexdayê.